Nivîsar

Têkoşîna şaristaniyan di navbera kurd û tirkan de

Di navbera şaristaniyan de şer heye?

Kîjan şaristanî, kîjan têkoşîn?

Maruf YILMAZ, Doktoremend, lêkolîner, nivîskar

1. Têkoşîna şaristaniyan di navbera tirk û kurdan

Têkoşîna îdeolojîk a çîna karkeran li Tirkiye û cîhanê şûna xwe daye têkoşîna gelên bindest û gelên serdest, bi gotineka din, di şûna têkoşîna çîna karker û bûrjûvazî de têkoşîna gelê bindest / gelê Kurd û gelê Tirk ketiye rojeva Tirkiyê û dûnyayê. Ev yek piştî hilweşîna nazîzma Almanyayê (1945) û Yekîtiya Sovyetê (1991) bi têkoşîna di navbera gelên bindest (hindikahiyên etnîkî) û gelên serdest (piraniyan) de hat guhartin. Têkoşîn di navbera şaristanî û barbariyê de herheyî ye û qet naqede heta ku kurd bigihîn mafê xwe. Çima tirk ji kurdan nefret dikin? Çima tirk zarok û ciwanên kurdan dikujin?

Têkoşîna di navbera nasnameya nemirovî ya çanda tirk û nasnameya çanda mirovahîyê de ye. Divê Tirkiye sê pirsgirêkan çareser bike berî ku endamtiya Yekîtiya Ewropayê pêk were:

  1. Ya yekem pirsgirêka kurd e.
  2. Ya duyemîn bi giştî pirsgirêkên kêmneteweyan.
  3. Ya sêyemîn jî pirsgirêkên olî (çandî).

Kemalîzm, komûnîzm, osmanîzm, sosyalîzm û îslamiyet hemû xwedî utopyayên xwe ne û daxwazên wan ji bo desthilatdariya cîhanê hene, lê di demên cûda yên dîrokê de wan bixwe jenosîd an qirkirinên mezin kirine an pêkanîne û ew mîna komkuj an kurdkuj an ermenîkuj an suryanî/asurîkuj derbasî dîrokê bûne. Têkoşîna navbera çanda kurd û çanda Tirk domdar e heta ku Kurd bigihîjin mafê çarenûsî/federasyon/serbixwebûnê.

Xirîstiyantî niha bineçandeke aştiyane ye. Hezar carî mixabin Îslam hîn jî îdeolojiya şer û tundûtûjiyê ye. Îslam nexweşiya penceşêr e ji ber ku serjêkirina zarok an ciwanan rêbazeke hovane ye. Îslam îdeolojiya şîdetê ye, divê wek Xirîstiyantiyê were reformkirin.

Kemalîzma tirk û Îslama tirk her du jî îdeolojiya şîdetê ne. Hizr û rawananên kurdan formên nû wergirtine û neteweya kurd bawerîya xwe bi kemalîstan nayne. Ev pêşketin tê wê maneyê ku taybetiyên kurdan di nav nifşên nû de ji formekê diguhere ser formeka din û li wir mentaliteta kemalîzmê kêmtir bûye.

Ji bo Erdogan ”Têkoşîna Şaristaniyê” di navbera tirk û kurdan (kurdên ku mafên xwe dixwazin) de ye.  Lê ji bo terorîstê navdar Bin Ladin, tekoşîn di navbera îslam û dijminên Îslamê de bû. Bi ya min pirsgirêka bingehin ne tenê Erdogan, hemû zîhniyeta gelê tirk e. Şerê Erdogan li dijî tevahîya Kurdistanê ye, ne tenê Bakur an Rojava. Erdogan Kemal Atatürkê duhem e. Kemal Atatürk ji bo Kurdan Azihî Dahaka bû û ew dikare bi Ehrîman re were hevmatekirin. Sê rûyên kemalîzm hene; Îslama tirk, Çepên tirk (Sosyalîzm û Komunîzma tirk) û Neteweperestiya/ faşîzma tirk. Nasnameya kurdan hate înkarkirin û bû sedema çanda tundiyê. Çanda tûndiyê dest pêkir û zilma dewletê jî zêdetir bû. Dewleta Tirk dixwest ku neteweya kurd bênamûs, bêkesayetî û bê nasnameya kurdî bike. Înkarkirina nasnameya kurdan bû sedema çanda tundiyê.

Ji bo terorîst Bin Ladin, tekoşîn di navbera îslam û dijminên Îslamê de bû. Dewleta Îslamî – (DAIŞ) rêxistineke terorîst e ku di sala 1999 de hatiye damezrandin û yek ji armancên wê tunekirina gelê kurd bû. Şerê têkoşîna şaristaniyê di navbera Kurdên Roava û DAÎŞ/çanda îslamî de qewimî, lê kurd biserketin. Hemû cîhan dizane ku yên ku li dijî Dewleta Îslamî (Daîş) biserketin, kurd in. Kurd li dijî DAÎŞ’ê biserketin. Ji Başûr pêşmerge hatin ji bo parastina Kobanî û herêmên din. Ev jî nîşana xeta bingehîn a BARZANÎ ye. Hêzên Kurd ên pêşmergeyên – PDK, YPG û YPJ di şerê li dijî DAÎŞê de bûn hêzeka kurdî bûn. Li gorî Masud BARZANî têkoşîn di navbera Kurd û dagirkerên Kurdistanê de ye. Yanî têkoşîna şaristaniyê di navbera Kurd û yên ku axa Kurdan dagirkirine. Nasyonalîzm-neteweperwerî ji netewe, bi eslê xwe ji peyva latînî ”nascor” e, ”ez ji dayik bûm” afirîye.

Bafil Talabanî serokê YNK li Roavayê Kurdistanê bi Fermandar Mazlum Kobanî re civiyan (meha 12 a 2022an). Lê pir balkêş e ku ew herdu di civîna xwe de Ala Kurdistan û sembolên neteweyî yên kurd bikarnehînin. Ala Kurdistanê sembola Yekitîya Neteweyî ye û bêyî Ala Kurdistanê mirov nikare behsa yekitîya neteweyî bike. Hin ji sembolên Kurdan ev in:

  • 21 Adarê Newroz, Roja Neteweyî /Kawa – Azhi Dahaka
  • Sembolê neteweyî, Keyxesro, kurê Diako, keyê Med
  • Miya Farqîn-Dewleta Merwanî, Amed, Mahabad, Hewlêr…
  • Zimanê Kurdî, bi zaravayên xwe.
  • Dicle û Firat
  • Serokê neteweyî – BARZANÎ
  • Roja Ala Kurdistanê
  • Sirûda Neteweyî/marşa neteweyî-Ey Reqîb
  • Eposa Neteweyî-Mem û Zîn
  • Folklora Neteweyî
  • Alfabeya Kurdî 1932-Hawar û Ronahî/Celadet Bedirxan.
  • Rêûresmên berê: rûtîn, xelat, merasîm, formên civînê û cihên zarok û ciwanan ku lê kom dibûn.
  • Normên exlaqî, tabû, pêkanînên nefermî, hwd.
  • Hin sembolên navendî: EMÈ GOZÈ, FILITÈ QUTO, RUSTEMÉ ZAL…
  •  Neft: Kerkûk, Mûsil, Batman…

Ez vebigerim ser rewşa Kurdên Bakur. Yek ji sedemên zêdebûna tundiya etnîkî ya salên 1970, 1980, 1990 li Tirkiyê ew bû ku kurdan dest bi daxwaza pejirandin /naskirin û serxwebûna Kurdistanê kirin. Ev yek bû sedema pêşxistina çanda şîdetê. Di rastîya xwe de tevgêra Bakur li dijî xeta bingehîn a neteweya kurd avabû. Salên 1970î – 1980î tevgêra Bakurê Kurdistanê siyaseta xwe li ser têkoşîna navbera ”Çîna karker û Bûrjûvazîya Kurdan” avakiribûn. Lê di wê demê de kategorîya karkerên Kurd tune bû û ya bûrjûvazîya Kurd jî tûne bû.

Ev proje ji kûderê hat?

Bi dîtina min projeya aqilmendên dewleta tirk bû û li dijî xeta bingehîn a neteweya Kurd bû. Bi hawayî raman û hizrên neteweyî yên Kurd hatin rizandin, pûçkirin, bêwatekirin û heqaretê li nirxên bingehîn ên Kurdan hat kirin. Niha jî ev siyasetmendarên Kurd aqil didin Kurdan. Êdî bes e!

Ji bo Tirkiyê jî rêya herî baş ew e ku pirsgirêka kurd were çareserkirin. Înkarkirina nasnameya gelê kurd li Tirkiyeyê dibe sedema çanda tundî/şer/pevçûn û qirkirina sivîlan. Asîmîlasyon dibe tehdîd, ne serkeftina tirkan. Kînbûn çanda şîdetê diafirîne, dibe sedemê protestoyên mezin û şîdetê geştir dike. Şer di navbera şaristaniyan de heye û li hember mîrata me ya çandî ye. Bi ya min pirsgirêka bingehin ne tenê Erdogan, hemû zîhniyeta gelê tirk e.

Min got ji bo Bin Ladin Şerê Şaristanıyan’ di navbera îslam û dijminên Îslamê de ye. Lê ji bo gelê bindest /Kurd û gelê serdest, yek ji şerê şaristaniyan li hember çanda me û zimanê dayîka me ye. Îslama tirk dikare, çandek an îdeolojîyeka din be, dijbera şaristanîyan be. Îslam çi dibe bila bibe. Îslama tirk çand an îdeolojîk e û ji lewre dijî çand û zimanê Kurdî ye. Ji ber vê yekê, şaristanbûna nû ya Kurd ku misilmantiya tirk, ereb û farisan wekî pirsgirêkeka çandî nîşan dide, dihewîne. Ev bixwe hizrên me ne.

1.2 Teorîyên cûda

Kurd yek ji mezintirîn komên etnîkî yên cîhanê ne ku wek neteweyeke bê dewlet tê pênaskirin. (Bruninsen, 1994; Gunten, 2007; Gaunt, 2011; Mcdowall, 2003; Yilmaz 2017). Kurd miletek e ku çend sed sal li dijî zilmê û ji bo Kurdistanek serbixwe têkoşînê dide.  Thomas Hylland Eriksen û Ernest Gellner bawer dikin ku têgîna “neteweperestî” têkiliyeke xurt di navbera etnîsîte û dewletê de nîşan dide (Eriksen 1993: 126). Erksen, T. H (1996: 24) behsa tevgerên etnonasyonalîstîyê dike. Thomas Hylland Eriksen li ser tevgerên etno-neteweperestîyê lêkolîn kiriye û wiha pênase dike: “Ev komên etnonasyonalîstîyê di salên 1990’î de di medyaya nûçeyan de komên etnîkî yên herî populer in kurd, sikh, paletînî û tamîlên Srî Lankayê jî di nav de ne. Ev komên etnonasyonalîstîyê her ku diçe mezintir dibin. Ev kom û serokên wan ên siyasî ku îdia dikin ku mafên wan ên avakirina netewe-dewletên xwe ne û divê ji aliyê dewletên din ve neyên birêvebirin. Yanî divê dewleta xwe avabikin.

 
Gaunt, D. (2001) li ser jenosîda Xirîstiyanên li Tirkiyeyê ku ji aliyê dewleta tirk ve jî nehatiye qebûlkirin lêkolîn kiriye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi sed hezaran xiristiyan hatin sirgûnkirin û rastî îşkence yan destavêtina namûsa jinên Xiristîyanîyan bûn, jinên ciwan weke kole hatin firotin, dêr hatin hilweşandin û komkujî hatin kirin. 

Di salên 1960, 1971 û 1980’î ​​de li Tirkiyeyê darbeyên leşkerî û mîlîtarîst çêbûn û rewşa kurdan hê xerabtir bû.

Di sala 1920’an de li Fransayê li Sevres peymana aştiyê hate îmzekirin. Di vê peymanê de di xalên 62, 63 û 64an de mafê dewleta serbixwe ya kurdan hat qebûlkirin. Lê piştî sê salan di sala 1923’an de bi Peymana Lozanê peymana aştiyê ya berê ya li ser Tirkiyeyê hatibû ferzkirin betal kir û hebûna kurdan careke din hate înkarkirin. Di 29ê Cotmeha 1923 û 1924an de bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re dewleta Ataturk zimanê kurdî, edebiyata kurdî û hemû dibistanên kurdî qedexe kir.

Samuel P. Huntington, profesor, fîlozof, dewletzan mamosteyê Harvard unîversîte, Yale Universîtetê ye. Di sala 1993 de (kovara Foreign Affairs) lêkolînek ji aliyê profesorê Zanîngeha Harvardê Samuel P. Huntington ve hat nivîsîn “Têkoşîna şaristaniyan?” Ew di lêkolîna xwe de behsa teoriya nîzameke nû ya piştî Şerê Sar dike û di vê lêkolînê de nasnameyên olî û çandî cîh digirin. Li gorî Huntington, dê şerê giran di navbera rojava û qada çandî ya îslamê de rûbide.  Şerê Şaristaniyan, di navbera cîhana misilman û ne-misilman de ye. Ingmar Karlsson dîrokzan, rojhilatnas, lêkolîner, nivîskar û dîplomatê Swêdî ye. Ew xwedî kapasîteyeka mezin e. Karlsson dinivîse, dibêje: ”Teza Samuel Huntington, tezeka nebaş e ji ber ku ew giranî xwe dide ser têkoşîna ku di navbera Roava û dewletên îslamî de ye. Li gorî Ingmar Karlsson têkoşîna şaristanîyan di navbera ”feqîr” û sermiyandaran an gelê bindest û gelê serdest de ye.

Tê gotin ku dîroka mirovahîyê bêwate ye. Ez dibêjim: ”Şeytanek li dû yê din e”. Yek diçe yek tê.

Francis FUKUYAMA dîroknas, dewletzan, aborîzan û nivîskarê Amerîkî ye. Ew dibêje;”Dawiya dîrokê” û dîrok qedîyaye. Di lêkolînên nû yên zanyariyê de mirovahî diqede, dawî lê tê. Pirtûka Fukuyama (1992) ya bi navê ” qedandina dîrok û mirovê/a dawî” binav dike. Yanî li gorî Fukuyama piştî hilweşîna nazîzma Almanyayê (1945) û Yekîtiya Sovyetê (1991) dîrok qedîye, dawî lê hat.  Fukuyama di sala 1952an de ji dayika dibe û li Chicagoyê dijî û paşê dibe profesorekî Amerîkî û li Zanîngeha Johns Hopkinsê kar dike. 

Li gorî teorîyên Mead, George Herbert (1974) întersubjektîvîtîzm tê wateya ku mirov bixwe dabeş dibe û di ezbûn an xwebûna mirovî/mirovê de kesên din heye. Di întersubjektîvîzmê de her kes bi zimanî re diguhêze. Li gorî vê teorîyê, xweya mirov di danûstandin bi kesên girîng ên wekî mamoste, heval û îdeal re pêş dikeve. Ez bawerim civakên Kurd bi fêrbûna ji civakên din pêş dikeve, ji ber ku ezbûn bi serê xwe û tenê nikare bijî.

Li gorî Fanon (1961) efendiyê Hegel ji aliyê kesekî ku nayê pejirandin ve tê pejirandin. Kole koledarî dipejirîne, lê koledar koleyî (kole) napejirîne. Kurd hebûna tirkan dipejirînin, lê tirk hebûna kurdan napejirînin.  

Kîjan şaristanîyên me ji bo me girîng in?  Di navbera şaristaniyan de şer heye?

Şerê şaristaniyan di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê de dikare ber bi nîzameke nû ya cîhanê ve biherike. Dûnya di hin waran de bûye du beş: şaristaniya rojavayî û – şaristaniya ne-rojavayî.

Beauvoi û Young wekî Bourdieu dinivîsînin û dibêjin tiştên ku ji bo komek an neteweyek/grubeke normal û xwezayî be, hingê dikare desthelatdarîya xwe li ser komeka din bike û zerarê bide wê komê…

2. Kurdên înternasyonalîst ên komûnîst û înternasyonalîstên îslamî

Dr. Îsmaîl BEŞIKÇÎ ji kurdan zêdetir mafên kurdan diparêze û ew kurdên salên 1960 – 1970î yên înternasiyonalîst jî rexne dike. Herçendî rexne bike jî, dîtinên wî yên salên 1960 û 1970î ne. BEŞIKÇÎ înternasiyonalîzmê mîna pêvayoyeka piralî û global dibîne, ji ber vê yekê wê rexne dike. Lê li cîhana akademîk mirov dikare rexneyên çêker li Îsmaîl BEŞIKÇÎ bigire û wî rexne bike. Enternasyonalîstek ji çanda neteweyî re dijminatiyê dike û dixwaze hemû nirxên neteweyî tune bike. Înternasyonalîzm pêvajoyeka yekalî ye. Kurdên Bakur digotin, em internasyonalîst in, lê di rastîya xwe de ne tiştekî bûn. Ji ber ku li gorî zanîsta sîstematîk kesên înternasyonalîst bin, çanda xwe înkar dikin, ji alîyê din ve pêwendî, hevkarî û aborîya siyasî ya navdewletan nas dikin û diparêzin. Lê kurdên salên 1970î bajarên Tirkiyê û Kurdistanê jî nas nedikirin. Înternasyonalîstên îslamî yên tirk jî hebûn, lê ola îslamî ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî bikardianîn. Ne tenê tirk înternasyonalîstên ereb û faris jî wisan şeytan in û şeytanên piçûk kurdên Bakur ên ehmeq dixapandin.

Kurdê/Kurda ku ji xwe re dibêje enternasyonalîst, ne xwediyê hişmendiyeke dîrokî û ne jî hişmendiya civakî ya kurd e. Ji ber ku înternasyonalîzmê Kurd parçe kirin. Kurd parçe bûne. Înternasoyonalîzma tirk çanda Kurd, nirxên neteweyî înkar kir û niha jî înkar dike. Ez dubare dikim. Divê kurd enternasyonalîzma Marksîst û hem jî Enternasyonalîzma Îslamî bi gotinên wekhev rexne bikin. Em ji bîr nekin ku rejîma kemalîst dirûşma bihevrebûnê diparastin ji bo tunekirina mîrasa çanda me ye.

Kozmopolît û enternasyonalîst du peyvên cûda ne. Enternasyonalîzm û kozmopolîtîzm di nîqaşên îroyîn de tevlîhev bûne û bi xemsarî wek hevwate tên bikaranîn lê du peyvên cûda ne. Kozmopolîtîst li her derê xwe li malê hîs dike. Lê enternasyonalîst li tu derê xwe li mala xwe hîs nake. Kozmopolîtîstek cihêrengiya çanda xwe û yên din erê dike. Enternasyonalîstek ji hemû çandên mîrasî re dijminatiyê dike û dixwaze nirxên neteweyî tune bike.

Nakokiya di navbera kozmopolît û enternasyonalîstan de bi taybetî di nîqaşên li ser paşeroja Ewropayê de diyar dibe, ku kozmopolît cihêrengiya netewe, hindikahî, kêmnetewe, gelên xwecî û çandên cihêreng wekî mîrasa mirovahîyê dibîne. Zarok di pêşdibistanê de wekî hemwelatiyekî cîhanê, lê xwe bi çanda xwe û herêma ve dijî. Hizra zarokî/ê wekî hemwelatiyek cîhanê bi danûstendina rojane ya li pêşdibistanê ve girêdayî ye. Li vir ramana rexneyî pir girîng e. Kozmopolîtîstekî civakî herêmî û civaka berfireh dijî, lê xwe li malê xwe hîs dike.

Kozmopolîtîzma nû ya Beck û kozmopolîtîzma gelêrî dikare wekî qada navîn di navbera yekçandî û pirçandparêziya taybetî de were binavkirin. Beck ji ramanên fîlozof Kant ên li ser aştiyeka bêdawî ya li ser bingeha mîrateya hevpar a mirovahiyê îlham wergirtiye û wê pêşve birîye.

Dewleta Tirk metoda tundiyê bikartîne ji ber ku ew xwedî çandeka barbariyê ye. Daxwaza min ew e ku Kurd tundûtûjiyê, bûyerên tundiyê, îdeolojiya tundûtûjiyê, kiryarên tundûtûjî û çanda tundûtûjiyê bikar neynin. Pirsgirêka Kurd bi çek û çanda tundiyê çareser nabe. Pirsgirêka Kurd tenê bi çanda şaristanî, mirovahî û demokrasiyê çareser dibe. Binpêkirina mîrata me ya çandî, bi darê zorê bi tirkî axaftin, înkarkirina nasnameya Kurdî û kêmneteyên Tirkiyê, gefên tundiyê, newekhevî û biçûkxistina zimanê Kurdî; çanda şîdetê diafirîne. Têkoşîna barbaran a li dijî tevgêra çanda Kurd zêdetir dibe. Neteweya tirk mirovên barbar, gelê barbar, bê medenî û hovane tevdigerin. Leşkerên tirk zarok û ciwanên Kurd dikujin û pê şad dibin. Zimanê Kurdî qedexe dike pê şad dibe. Lı Afrînê destavêtin namûsa jinên Kurd û Ereb hatin li ser axa Kurdan bicihkirin, lê misilman lê tirk bêdeng man.

Argumana sereke:

1. Sedema hemû nakokîyên ku di navbera YNK, PKK û PDK-Iraq de hene cûdahiyên çandî ne. PDK-Irak li ser xeta neteweyî ye.

2. Şaristanî, şiklê herî berfireh a nasnameya çandî ye.

Encam, mijarên herî girîng cûdahiya çanda siyasî ye. Çanda Tevgêra Bakurê ji Başûrê Kurdistanê cuda ye. Tevgêra Bakur di bin badora mentalîteta kemalîzmê de maye, herçendî ew vê rastiyê nepejirîne jî. Dîsan dubar dikim, ji bo Bin Ladin, têkoşîna di navbera Îslam û dijminên Îslamê de ye. Lê bi bo Erdogan têkoşîna şaristaniyan di navbera Tirk û Kurdan de (Kurdên ku mafên xwe yên çandî dixwazin) de ye. Li gorî, Yilmaz, Maruf (2015), ev ”Şerê Şaristaniyan” di navbera gelên bindest û gelên serdest de ye. Ez Şerê Şaristaniyan ên ku di navbera gelên bindest ên xwecihî/ kêmnetewe û gelên serdest de heye, dibînin, wekî lêkolîner kifş dikin, ew rastîyên siyasî hewce ne ku ew fêm bikin ka îddîaya zanistî tê çi wateyê.  Nimûne şaristaniyên kevnar: Mîrasa çandên şaristaniyên pêşîn li Mezopotamya, Misir, Hindistan û Çîna kevnar hebûn.  Lê niha şaristanıyên herî pêşketî hene, nimûne: Sîstema Swêdê…

Ez vebigerim li ser kapasîteta berpirsên partîyên siyasî, serokê Federsyona Komeleyên Kurd li Swêdê yê berê… Heke kapasîteta kurdên Bakur hebe, dê partiyên xwe rabikin ser pêyan, niha li ser serî li erdê ne.

Ramana Prof. Pirre Bourdieu (1994) a li ser sermayeya çand, sermayeya sembolîk û sermiyaniya civakî ya ku bi bandor e. Bandora Mem û Zîna Ehmedê Xanî li ser rewşenbîr, lêkolîner û nivîskarên kurd diyar e.

Enternasyonalîzm tevgereke siyasî ye ku ji aborî û siyasetê diparêze. Pênaseyên enternasyonalîzmê îdeolojiyek e ku di navbera kes û hêzên kolektîf de hevgirtina prensîb, niyet û çalakiyan teşwîq dike. Enternasyonalîzm nirxa çand û cûdahiyên welatan înkar dike.

Olof Palme înternasyonalîstê humanîzst bû. Di sala 1977an de Palme ji ber hewldanên xwe yên li dijî rejîma Apartheid li Afrîkaya Başûr ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve bi madalyayek hat xelatkirin. Ew li dijî rejîmên dîktatur ên li Ewropayê û bi taybetî jî li dijî rejîma Apartheîd li Afrîkaya Başûr bû. Îdeolojîya Palme ya navneteweyî enternasyonalîzm bû û wî behsa demokratî, mafên mirovan, aştî, ewlehî, wekhevî hwd dikir. Olof Palme piştevanîya hemû gelên bindest û yê gelê Kurd jî dikir.

3. Kozmopolîtîst, înternasyonalîst û nasnameya transneteweyî

Pênaseya kozmopolîtîzmê ji yewnanî “kosmos” (cîhan) û “polis” (bajar) “kosmopolit” ku tê wateya hemwelatiyê cîhanê. “Ez hemwelatiyê dinyayê me” – ev gotin dikare ji Diogenes re li dora 400 B.Z. Dûvre komek ji Stoîkaran, Diogenes, ramanek pêş xist ku her mirov di du civakan de dijî – ya herêmî ya ku tê de ji dayîkê bûye û civaka kolektîf ku berbi bingeha herî berfireh a nasnameyê ve diçe (Martha Nussbaums, 1994).

Li gorî Beck (2006; Borgström û Goldstein-Kyaga 2006), divê mirov pêşî xwe wek hemwelatiyekî cîhanê û paşê jî wekî beşek ji gelê xwe li welatê xwe bibîne. Beck kozmopolîtîzmê wekî pêvajoyeka piralî, awayên jiyanê yên transneteweyî, pergalên cûda yên çandî, exlaqî û tevgerên protestoyî yên cîhanî yên ji bo aştiyê dihesibîne. Kozmopolîtîzma wî li ser empatî û realîzmê avabûye, ku xetereyên gerdûnî di bingeh de ne. Ji bo Beck, awira kozmopolîtîyê tê wateya hesteka giştî ya nasnameya bêsînor û berfireh. Di pirtûka xwe de, bi ruhê Kant, destnîşan dike ku nasnameya neteweyî kêmtir girîng e û aştiya herheyî mîrasa hevpar a mirovahiyê ye. Wekî din, li gorî Beck, em di “serdema bandoran” de dijîn. Wateya wî, pêşî, divê her kes xwediyê nasnameya herî berfireh be. Ya duyemîn jî, divê her kes wek hev û cûda rêzê li hev bigire. Divê tu kes nasnameya xwe ya herêmî û neteweyî ji holê raneke, lê temam û berfirehtir bike. Beck dipejirîne ku komên etnîkîyên cûda hene û ji aliyê çandî ve cihêreng in. Beck jî di wê baweriyê de ye ku ferqek di navbera globalbûn û kozmopolîtîzmê de heye. Globalbûn (gerdûnîbûn) pêvajoyeka yekalî ye, lê kozmopolîtîzm pêvajoyeka piralî ye. Borgström û Katrin (2011) behsa “welatparêzî û kozmopolîtîzm”a Martha Nussbaum dikin (1994, r. 3 – 34). Li ser bingeha Stoîkarên kevnar, ew jî di wê baweriyê de ye ku hem di hesta aîdiyeta xwe ya bi malbata xwe re, hem jî bi cîhê rûniştina xwe, hem jî bi koma etnîkî, hem jî bi welatê xwe re û bi mirovatiyê re tu nakokî tune ye.

Martha Nussbaum kozmopolitîzmê diparêzê, lê ne perwerdeya neteweyî.

Nakokiyeka malbat-cihê rûniştinê-etnîsîte tune ye.

Divê perwerdeya  mirov di her cure mirovahiyê de  xwe nîşan bide.

Stoîlkar: dixwazin ku li cîhana din bijîn û zanatir bibin.

Zêdebûna zanînê hewce dike (1994: 3). 

Teorîsyenên kozmopolît li ser aliyan çawa ne?

Immanuel Kant (2018) dibêje: ”em bi berçavka boyaxkirî li mijaran dinêrin…”:

1. Zanebûna me ya cîhê ku em lê dijîn.

2. Zanebûna me ya dem û zemanan.

3. Zanebûna me, tiştên ku em pê perwerde bûne, em bûne şahîd, me dîtiye, em pê perwerde bûne, em bi tore û terbiya xwe mezin bûne. Rastî bi dîtinên mirovên cûda, bi peyv, dîyalog û danûstandinan pêktê…

Pênaseya Kant ya exlaqî ew e ku divê her mirovek bi serê xwe wekî armancek were hesibandin û di nav dewleteka hevpar de azad bijî. Di derbarê kozmopotîzmê de sedemeka qanûnî jî heye ku tê vê wateyê ku dewlet jî bi heman rengîn e. Divê ramanên siyasî yên fïlozof Kant û girîngiya wan ji bo mêrên salên1800î divê neyê jibîrkirin.

-Nirxên Kozmopolîtîzmê, ev in:

-Nirxa wekhev ji herkesî/herkesê.

-Beşdarbûna çalak, ji dil beşdarî.

-Berpirsyarî û parastina hevwelatîyan.

-Hunera lihevkirina mirovan, bikaranîna zimanekî dîyalogê.

-Biryara kollektîf

-Prensîpa alîgirîyê

-Nehiştina zirarên giran

-Pêşkeftina domdar

Li Swêdê mafên mirovan bi qanûnên destûrî tên parastin. Xalên herî girîng, ev in: 

-Endamên komele

-Azadiya axaftinê

-Azadiya olî

-Azadiya kombûnê

-Azadiya xwenîşandanê

-Azadiya rêxistinbûnê/azadiya avakirina komeleyê.

Firat Cewerî mirovekî serbixwe û bixwe ye girêdayî ye.

Ez bi hebûna Firat Cewerî li Swêdê şad im. Mehmed Uzun mohra xwe li dîrokê xist, lê hin kurdên Bakur ên ehmeq lê hatin xezebê.  Xwezî di vê dema me de mirovekî wekî Ehmedê Xanî jê hebe. Mirov dibêje qey ji xelaya “însanan” bûne nivîskar.

Ji bo me kesên mîna Carl von Linnê, Aristotes, Napoleon, Platon, William Shakespeare

Albert Einstein… pêwîstin.

3.1 ÎNTERKULTURBÛN/ÇANDA NAVBER

Înterkulturbûn kom dibe ser van xalên jêrîn:

Ragihandina navçandî/înterkulturalîzmê

Divê ragihandina navçandî pêş bikeve.

Zanînbûna zêde û guhertinên nû pêwîstin.

Divê hûn xwe pêşve bibin û demê re bimeşin.

Gûherrandina hizr û ramanan.

Zanyarîn û zanyarîyên nû.

Têgihîştina hestyarî

Stratejiyên ragihandinê:

Heman armancê bişopînin.

Bi berpirsiyarî tevbigere.

Daxwazên maqûl bihizre.

Cûda bihizre.

Tim  çêker / avakar be ji bo hemûyan.

      …

Gava ku ez di nav partîyên Bakurê Kurdistanê de dixebitim, ji min dixwazin ku ez dev ji kesayetiya xwe û dîtinên xwe berdim û wekî wan bihizrim yanî bêrûmet bibim. Heger teorîyeke însanî tune be siyaset nayê meşandin. Ez dikarim çi bikim? Pêşîn, divê ramaneka min ya baş hebe. Ya duduyan, divê zimanekî min yê çêker û avakar hebe. Ya sêyem, divê ez xwedî îradeyeka baş bim.

Min nasnameya xwe li Swêdê afirand û ew ji nasnameya salên 1970 û 1980î cûda ye. Nasnameya min otobiyografîk e û min bixwe xwe çêkirîye. Nasnameya min ew e ku ziman, hizr û tevger bi xwe ve were girêdan, ji bo xwe, xwe têbigihîje, neteweya xwe û di heman demê de ji cîhana derve jî fam bike.

Cûdahiya di navbera globalbûn (gerdûnîbûn) û kozmopolîtîzmê de çi ye?

Globalbûn pêvajoyeka yekalî ye. Globalbûna aborî û avantaja  bazara cîhanê ye.  Li vir neolîberala cîhanê mezinbûna xwe dixwaze.

Kozmopolîtîzm pêvajoya piralî ye.

Raman, hizr û dilsoziyên piralî hene.

Formên jîyana transneteweyî hene.

Tevgerên protestoyî yên cîhanê rolên xwe dileyîzin.

4.Marxsîzm, postmarxîzm

Felsefeya Marx ji bo gelên bindest derbas nabe. Dîroknûsiyeka materyalîzmê ya ku teknolojî û têkoşîna çînî nîşan dide, pir girîng e, lê ne ji bo kurdan e; ji bo karkerên cîhanê ye. Armanca Karl Marx û marxîstên wê demê ew bû ku di civakê de zilm û zordarîya mecbûriyetê nemîne û tevgera karkeran ji zilmê azad bibe. Li gorî Marx, înteraksîyona zimanî zêdetir ji bo pêşveçûna civakê ye, ji bo kar û xebatê ye. Yanî Marx zimanî ji dereca duhemîn hesab dike û li gorî wî ziman roleke yekemîn (prîmer) naleyîze. Bi baweriya min, ev dîtina Marxî ji bo neteweyên bindest derbas nabe. Karl Marx qala sê dûnyayên cûda dike, ew jî ev in:

1.Dûnya objektîvê (rastî).

2.Dûnya sosyalê/civakî.

3.Dûnya hundirî (rastîya amadekirî).

Ez ji bo Karl Marx û teorîyên marxîsmê analîze bikim, min pirtûkên kesên jêrîn xwendin:

Karl Marx, Louis Althusser, Friedrich Engels, Joseph Schumpeter, Eric Hoffer,  Theodor Adorno, Herbert Marcuse, Max Horkheimer, Antonio Gramsci, George Lukács, Jean-Paul Satre…

Hinek dibêjin dîrok zanist e, hinek jî dibêjin huner e. Ev herdu nêrîn çewt in. Dîrok herdu dîtinan jî hembêz dike. Dîrok zanistek e ku taybetmendiyên hunerî hildigire. Çima bûyer diqewinin? Werin em diroka xwe bikolin, efsaneyên derewîn bavêjin çopê (sergo) û meraqa heqîqetê geş bikin. Em çawan dikarin bizanibin ku dema berê çi qewimî? Di dîrokê de çi girîng e? Çima bûyereka siyasî çêbû/qewimî û çima tiştek ne qewimî? Bi dîtina min hişmendiya dîrokê sê xal in: dema niha, dema bihirî û dema pêşerojê.

4.1 Medyaya Kurdî

Ez dixwazim behsa Medyaya Kurdî bikim. Di Medyaya Kurdî de kopiyeka medyaya barbar a tirkan xuyan dibe, zimanekî îdeolojîk tê bikaranîn. Medyaya Kurdî ji medyaya barbar a tirkan afirîye.  Di Medyaya Kurdî de zimanekî hişk, bêhuner, neşaristanî, bêedeb, nemirovane û zimanekî kovî wek heywanên kovî tê bikaranîn.  Ji bo medyaya kurdî zimanekî agahdariyê pêwîst e. Di medyaya civakî ya kurdî de zimanê bêhuner û çanda şîdetê tê bikaranîn, ji ber vê yekê ez nikarim li televîzyonên kurdî û tirkî temaşe bikim. Ez li TV û medyayayên cûda yên Swêdî temaşe dikim û pê şad dibim. Ez ji Medyaya Swêdî ramanên baş û agahdarîyên objektîf werdigirim.  

Siyasetmedarên kurd pirsgirêkên Kurdistanê rastiyan nabêjin. Têkiliya her partiyeke kurd bi dijminên me Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê re heye. Têkilîya YNK bi Îran / Sûriyê heye û PDK bi Tirkiyê re heye, lê PYD / PKK jî bi hawatekî stratejîk bi îran/Sûriyê re hene. Divê partîyeka kurd li her beşeka Kurdistanê mîna dest û pêyên xwe dibîne. Yanî partîyeka Kurdistanê, pêwîste her beşeka Kurdistanê mîna laş û bedena xwe bibîne û biparêze. Îran an Tirkiye bi tenê nikare êrîşî ser axa Kurdistanê bibe, pêwîstîya herduyan bi alîkarîya siyasî û leşkerî yên kurd heye. Pirsa kurd bi çekan çareser nabe û ez ji hemû alîyên siyasî tika dikim ku şer li ser axa me çênebe. Kurd bi kurd re û herwisan jî bi dijminên xwe re tenê rêya dîyalogê hilbijêrin, dê baştir bibe.

5. Encam

Têkoşîn di navbera neteweya Kurd û neteweya Tirk de heye. Bi gotineka din têkoşîna şaristaniyan di navbera neteweyên serdest û bindest de ye. Tirk, Ereb û Faris neteweyên serdest in û Kurd jî neteweya bindest e. Divê Kurd ji bilî dewleta kurdî tiştekî nehizrin. Serxwebûna Kurdistanê bi xwestek û daxwazên, neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewropa, dewletên cîran ve girêdayî ye.  Kurd bi şerê çekdariyê bi dujminên xwe nikarin.

Prof. HUNTINGTON behsa nîzameka nû ya cîhanê dike. Li gorî dîtina wî piştî “Şêrê Sar” nasnameyên olî û çandï dê bibin çavkaniyên sereke yên nakokîyan. Fukuyama dibêje berê du system hebûn û di navbera wan de nakokî / şer hebûn, lê piştî hilweşîna nazîzma Almanyayê (1945) û Yekîtiya Sovyetê (1991) dîrok qedîye, dawî lê hat. 

Têkoşîna şaristaniyan a di navbera Kurd û tirkan de dibe sedema nîzameka nû ya Rojhilata Navîn. Em hebûna çanda barbarîyê ya gelê tirk ji bîr nakim, lê em dibêjin şaristanîyên bilind ji hovîtîyên barbariyê derketine… Çanda siyaseta Kurd li Bakurê Kurdistanê ji nav barbariya Tirkiyê derketiye û dibe ji nav vê barbariyê şaristaniyeka kurd derbike, biafire.  

Hin kurd ditirsin ku nasnameya xwe ya çandî winda bikin. Ditirsin ku li Tirkiyeyê bi teqlîda nasnameya tirk xwe winda bikin. Nerazîbûna Kurdan hêrsê vediguherîne ser çanda şer. Kînbûn, protestoyên mezin zêdetir dike û çanda şîdetê jî geştir dike. Asîmîlasyon dibe xetereka mezin ji bo Tirkiyê, ne sekeftina Tirkiyê.

Hin kurd xwe di çavên tirkan de dibînin. Her kes bi zimanî re diguhêze û kurdên Bakur jî bi zimanê xwe diguhêzin. Xweya mirov di danûstandina bi kesên girîng ên wekî serokê neteweyî, Kawa, BARZANî, perwerdekar, heval û îdeal re pêş dikeve. Ez bawerim civakên kurd bi fêrbûna ji civakên din pêş dikevin, ji ber ku ezbûn an neteweyek bi serê nikare bijî.

Nasnameya Kurdan ji aliyê Tirkiyeyê ve hate înkarkirin, ev jî bû sedema çanda tundî û şer. Di salên 1970 û 1980î de li Tirkiyeyê yek ji sedemên herî girîng ên tundûtûjiya etnîkî ya zêde ew bû ku nasnameya kurdan hat înkarkirin û ji ber vê yekê dest bi daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin. Ev yek bû sedema pêşxistina çanda şîdetê. Dijminên kurd ên herî xedar ji hundir e û dijminê min yê herî xedar jî ji hundir e.

Meletos, Lykon û Anytos siyasetmendar bûn ji lewre jî SOKRATES tawanbar dikin û ez wekî wî aliyê kurdên Bakur ên ehmeq û koleyên siyasî ve têm tawanbarkirin an tohmetbarkirin. Dijminên şaristaniyê her ku diçe kêmtir dibin, lê têkoşîna şaristanî li dijî barbarî domdar e, heta bi heta.

Referens och literatur

Beck, U. & Grand (2006). Det Kosmopolitiska Europa. Göteborg: Daidalos AB.

Bourdieu, P. Kultur och kritik. Göteborg: Daidalos.

Bourdieu, P. Kultursociologiska texter. Stockholm: Stockholm: symposion.

Borgström, M. (1998). Att vara mitt emellan. Hur spansarikanska ungdomar i Sverige kan uppfatta sin sociokulturella identitetsutveckling. Stockholm: Stockholms universitet

Borggström, M. & Goldstein – Kyaga, K. (2002). Det är mitt liv. Identitet och den etniska kontexten, Stockholm: Stockholms universitet.

Beşikçi, I. Devletlerarası Sömürge kürdistan. Ankara. Yurt yayın

Eriksen, H. T. (1996).  Historia, myn och identitet. Stockholm. Bonnier Alba.

Hegel, G. W. F. (1987). Förnuftet. Lund:  Lundabydens acupress.

Nussbaums M. (1994). Patriotism and  cosmopolitanism. Baston: Beacon press.

Gaunt, D. (2001). Folkmordet på assyrier 1915. Huddinge: Södertörns högskola.

Kant, Immanuel (2018). Om den eviga freden. Översättning: Alf W. Johansson.

Yılmaz, M. Hur blev jag den jag är?

Tio svenka kurder berättar sin personliga livshistoria

Têbinîyên min hemû çavkanî û referens nehatine nivîsîn.

Stockholm

22.12. 2022

Maruf YILMAZ

Back to top button