Bi fermana serokê Kurdistanê hemû bingehên saxlemiyê li Başûrê Kurdistanê ji bopêşewaziyê birîndarên bûyera Qamişlo bikin û wan derman bikin xwe amade kirîbûn.Lê mixabin Asayiş û berpirsên PYDê li deriyê Sêmalka rê nedan ku birîndar derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.Duh birîndarekî ji Dêrîkê  ku li Qamişlo bi fîşeka qennasekî birîndar bûbû, malbata wî xwestibû ji bo dermankirinê derbasî başûrê Kurdistanê bike,li aliyê deriyê sinor li Pêşxabur ambolans amadebûn. Lê berpirsên PYDê nehişt ew birîndar derbas bibe. Herweha ambulansên ji Başûr derbasî Sêmalka bûyîn jî vale vegeriyan.Ji aliyekî ev trajediya mirovatî dibe, lê ji aliyek din medya PKKê dide ragihandin ku, Başûr pêşwaziyê li birîndarên bûyera Qamîşlo nakin.Ev pirsek mirovatiye. Ew siyaseta ku vê yekê dike malzemeyek ji bo siyaseta xwe ya berteng ji zererê pêde tiştekî nade vî miletî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: