Li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Joseph Dunford Serok Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek fermande û şêwirmendên serbazî yên artêşa Amerîka li Iraqê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de bi hurî behsa amadekariyên ji bo operasyona azadkirina Musilê kirin û Serok Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka ji bilî balkişandina li ser serkeftinên Pêşmerge pêzanînên xwe ji bo serkirdayetîkirina Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge hebû û tekez li ser girîngiya beşdarîkirina Pêşmerge li şerê azadkirina Musilê kir. Her wiha eve jî dûpatkir ku Amerîka pabendî piştevanîkirin û yarmetîdana hêzên Pêşmerge li şerê terorîstên Da’îş dibe.Li beranber da Serok Barzanî ji bo piştevanîkirina gelê Kurdistanê spasî Serok û gel û Hikûmeta Amerîkayê kir û biryara pêşkêşkirina hevkariya darayî bi Pêşmerge ku li ruyê praktîkî û me’newî ve bandoreke erênî li ser hêzên Pêşmerge da hebûye.Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan li gel Serok Barzanî hevrêbûn ku pêwîste berî proseya azadkirina Musilê hevdû têgihîştin li navbera aliyan û pêkhatan da hebê ew jî bi navê parêzgarîkirina xelkê Parêzgeha Nînowa û rêgirtina li dûbarebûna karesatan bi taybetî derbarê Êzîdî û Mesîhiyan û pêkhatên olî neteweyiyên dinê parêzgehê.Her li vê kombûnê da Balyozê Amerîka li Iraqê behsa proseya siyasiya Iraqê kir û spasî helwesta parlementerên Kurdistanê yên li Bexda kir ku li qeyrana siyasî da roleke xwe yê erênî dîtine.Nirxandina hemahengiya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê û hevpeymanan li şerê dijî terorîstan mijareke dinê vê kombûnê bû.
Pêş
09/11/2024
Salici: Siyaseta CHPê di nava rêxistine de bûye sedemê minaqeşeyan
08/11/2024
Erdogan:Em çavên xwe ji pêşkirina pereyên millet ji baronên terorîst ên li Qendîl û Ewropayê re nagirin.!
Têkildar
Balkêş e ?
Close