Polîtîk

PYD ne ji bo Kurdan şer dike

Di 15/çile/2014an de bi hezaran li Qamişlo li dûv kuştiyên yekîneyên parastina Gel(YPG) yên bi ser PYD ve meşiyan, yên ku li Til Hemîs û Til Birakê hatibûn kuştin, wexta ku PYD li gel rêjîma kujer êrîşek leşkerî biribûn ser rêxistina Dewleta Islamî li Iraq û Şamê û kom in din ê Islamî, diyar bû ku hêza islamiyan ji ya PYD bêtir bû, wê yekê hişt PYD vekişe. Pirs ew e, çima PYD şervanên xwe kirin gorî?

PYD dibêje, ji bo em kurdan ji metirsiya islamiyan biparêzin, lê rastî ne ew bû, Til Birak û Til Hemîs du herêmên zêde ereb in û metirsiya ku tu berê şervanên xwe ji bo wê bide kuştinê tune bû, lê sedema sereke ew bû ku PYD gelek caran dikeve rêza rêjîmê, hema rêjîm çi fermanê bide ew ê pêk bîne.

Bi sedan ciwanên kurd hatin kuştin û Islamî lawaz nebûn, berevajî wê diyar bû ku komên tundrew bi gelekî ji PYD bihêztir bûn. Eşkere bû ku ne wek PYD digot ku ew li dijî Islamiyan berevaniyê di ber herêmên kurdan de dike, ew nikare berevaniyê bike, lê li gel wê hîn jî bi sedan ciwanan dişîne aniyên şer, ango mirina tekez. PYD bi siyasetên xwe yên neberpirsyarane herêmên kurdan dixe metirsiyê: tev li cenga têkçûnê bûn bê ku êrîşan bibin ser herêmên kurdan. Wê islamî wê bipejirînin? Helbet na, bêtir wê êrîşên tolhildanê bînin ser herêmên kurdî. Lê wê helwesta partiyên din û grûpên ciwanan li dij wê çawa be?

Li şûna ku PYD a ku xwestibû alîkariya rêjîmê bike, rexne bikin û wê di ber kuştina ciwanan de(zarok jî hebûn) şermezar bikin, li kolanan dibin hevparê xwepêşandanên wê. Wek nimûne ragihandina Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd(SOZ) ya ku endamên wê di wexta damezirandina rêxistina xwe di çiriya 2mîn de desthilata PYD rexne dikirin, xwepêşandana di 15/01/2014an de ya li dijî PYD, di wexta ku berî wê bi demek kurt PYD endamekî wan revandibû, xwepêşandana xwe ji bo ya PYD rawestandin.

Diyar e partiyên kurdî û rêxistinên ciwanan dihêlin PYD wan ji xwe re bi kar bîne. Em bang li hemû ciwanan dikin ew ên ku di rêzên PYD de şer dikin, daku wê rêxistinê ya ku qet rê nade mafê mirovan terk bikin, ew ne ji bo kurdan şer dike, belê ji bo xwe tenê dike, şer jî ne ji bo avakirina komelgehek demuqrat dike, belê ji bo dewleta PYD a şimûlî dike, heçê li dijî siyaseta wê derkeve dike noker û xayîn, û heçê pêre dibe şervanekî ji bo berjewendiyên Qendîlê. Islamiyan sor dike daku xizmeta pilanên rêjîmê bike, yan jî ji bo veşartina kiryarên xwe yên binpêkirina mafê mirovan wek ku li Amûdê qewimî. Ana li herêmên kurdan derfeta peydakirina demuqratiyê heye eger xelkên kurd li dijî PYD xwepêşandanan saz bikin wek li çilo li destpêka şoreşê li dijî rêjîmê dikirin.

26/01/2014

Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûrî, rêxistina Europa

Back to top button