Polîtîk
ENSK xweseriya PYDê nas nake
Encumena Niştimaniya Kurdên Suriye(ENKS) li himber xweseriya ku PYDê ragihandî helwestek ya xwe eşkere kir.
Wek tê zanin ji berî niha jî bi çend minasebetan hinek partiyên Kurdistana Suriye ku di nava ENKSê de cih digrin dijê xweseriya PYDê helwesta xwe dabûn diyarkirin.
Wek din hinek partiyên ku di nav ENSKê de cih girtine dezgehên ku xweseriya PYDê ragihandî de jî cih girtin.
Sekreteriya ENSK li bajarê Qamişlo civîna xwe pêkanî li dijê ragihandina xweseriya PYDê derket. Herweha biryar da ku partiya Çep Ekrem Hiso hêdî tevlî civînên ENKSê nebe.Ji ber ku Hiso di nava xweseriya PYDê de cih girtiye. ENSK biryar da ku tevlî xweseriya PYDê nebê û wan nasneke.