Nivîsar

PYD li pêşîya Tevgera Kurd asteng e

Gava meriv bala xwe bide vê demajoya serhildanên li Sûrîyê û rewşa Kurdistana Başûrê Rojava wê rewşa îroyîn zelaltir bên xwîyakirin.

Ger bê bîra me hêja serhildan nû û ne zelal destpêkirin, raya giştî ya Tirkîyê bi yekdengî û weka ji yek serkanîyê dan dîyar kirin hezar (1000) çekdarên PKK daketine Sûrîyê. Berya ku çekdarên PKK dakevin Sûrîyê xwanêbû ku ya dewleta Tirkîyê pir baş zanibû ku wê çekdar dakevin yan jî dewleta Tirkîyê rê nîşandidan ku gereke çekdarên PKK dakevin Sûrîyê!

Her du alî jî nîşana yek tiştî bûn. Pêwistîya Dewleta Mêtinkarên tirk hebû ku çekdarên PKK dakevin Sûrîyê. Lê bê guman vê xwestina daketina çekdaran ne li dijê rejîma mêtinkarên Sûrîyê, lê li dijê tevgera Kurd bi xwe bû. Ev li gor berjewendîya her du mêtinkaran bixwe bû!

Her di wê demê de ew serokê PYD ku berê li Sûrîyê di derbarê wî de biryara girtinê hebû. Di wê demê de Rejîma Sûrîyê rê da wî ku here Sûrîyê û vekirî polîtîka bike! Bê guman van çekdarên PKK her çend bin bê pirsgirêk li Kurdistana Başûrêrojava bicîbûn.
Pirsa mezin ewe ku çawa dibe ji destpêka serhildanan ve Dewleta mêtinkar ya Tirk bi haweyek lezgîn û ewçend hişk li dijê rejîma BAASê piştgêrîya xwe ji serhildêran re nîşandidan, çi tişt hebû/heye ku berjewendîyên wan digîjîne hev?

Carek ji alîyê BAASîyan ve tiştê girîng ewbû û ewe ku di vê rewşa tengezarîyê de ku ji her alîyî ve ketîye bin êrîşkarîyan û ketîye nav alozîyek mezin ku rejîma wan dibin metirsîyek mezin de ye. Tiştên ku li Libya û Misirê û wd çêbûn tê serê wan jî… Ji bona BAASîyan her rojek dirêjkirina rejîma wan gelek girîng e. Ew bereyên li dijê wan vebûne çend kêmtir bin ji wan re gelek girîng e. Ger çekdarên PKK yanê PYD karibe bandorê li ser herêma Kurdistanê bike û li Kurdistanê karibe pêşîya serhildanan bigire gelek gelek girîng e.

Vê rastîyê hîşt ku Rejîma mêtinkar ya BAAS ê serokê PYD Salih Muslîm bîne û rêya xebata vekirî jêre xweş bike.

Jibona PYD tiştê girîntg ewe ku wê bandora wan ya li ser gelê Kurd ku kêm buye, ji vê fersendê nûjen bikin. Bi darê zorê bandora xwe li ser gelê Kurd deynin, partî û rêxistinên Kurdan li Kurdistana Başûrêrojava belavbikin, bêhêz û mecal bikin!

Ji alîyê Dewleta mêtinkar ya Tirk ve jî ya girîng ewe ku; ji xwe rejîma BAAS wê demek berbiçav de wê here! Vê rejîma hanê ne hêza PKK û ne tu hêzek din nikare li ser nîr bihêle! Jiber vê jî hevalbendîtîya navbera PYD û rejîma BAAS ê zirar nade berjewendîyên wan. Lê ya girîng û bingeh ewe ku di avakirina rejîma piştî BAASê de lawazkirina alîyê Kurd e. Daku di parvekirina deshilatdarîya nû de alîyê lawaz yê Kurd mafek neteweyî nikaribe bidest bixe. Desthilatdarîyek neteweyî wek Otonomî û Federasyon jî wernegirin! Ji ber ku her bidestxistinek neteweyî ya Kurd dewleta mêtinkar ya Tirk dixe tengasîyan!

Gava hêza neteweyîya Kurd yanê partî û rêxistênên kurd lewazbin û li ser navê kurdan têkilî bi rejîma mêtinkar û dîktator ya BAAS ê re xweş bin, bêguman wê têkilîya navbera Kurdan û mixalefeta Ereban yanê serhildaran jî xirab bibe. Vê xirabûnê di parvekirina nîrê paşerojê de jî destê kurdan lawaz dike para wan kêmtir dike. Ev berjewendîya herî mezine jibona dewleta mêtinkar ya Tirkîyê ye.

Ji xwe ji serîde têkilîyên mixalefeta Sûrîyê bi taybet jî Exwan El Muslîmîn û Dewleta Tirkîye liberçavin. Vê pîlana ku bi destê Dewleta Tirk li serê Kurdan tê pêçan jî keysê dide wan ku hêza kurdan piçûk bikin bêhêz bihêlin.

Van berjewendîyên hevbeş, hersê alîyan li ser serê Kurdan tînin bahev. Li ser serê Kurdan wan dikin xwedîyê yek hestî yek helwestî.

Ji ber vê ye ku herçend kuştinên vekirî li Kurdistanê pêknayên, lê kadroyên sîyasîyên kurd yeke yek tên kuştin, tên tehdîtkirin! Xwepêşandanên dijê rejîma BAASê tên belavkirin, li deverên kurdan lêgeryan tên kirin, li ser rêyan kontrol tên kirin. Ev hemî li ser navê Kurdan û bêyî tu astengan û vekirî tên kirin.

Niha jî sînorên Sûrîyê li Kurdistanê ji alîyê PYD ve tên parastin. Bi taybet jî sînorê navbera Sûrîyê (Kurdistana başûrêrojava) û Kurdistana Başûr. Ji ber ku ev sînor jibona Tirkîyê jî, jibona Sûrîyê jî gelek û gelek girîng e. Bêserûberîya vî sînorî ji bona mêtinkaran talûkeyek mezine. Kontrolkirina vî sînorî jibona mêtînkaran xizmetek bêhempaye!

Her weha di kontrolkirina vî sînorî de girtina Sekreterê Partîya Azadî ya Kurd Li Sûrî birêz Mustefa Cuma bi destê PYD şermezarîyek gelek mezine, gunehkarîyek bê hempaye. Ez wan bi hişkî şermezardikim, ev kar karek vekirî ya mêtinkaran e!.

B. Baran/Netewe

 

Back to top button