Polîtîk

PDK:Divê yekrêziya mala kurd bi hêztir bibe

Civîn bi deqîqeyek rawestan bo rêz girtin ji Şehîdan û Serwerên wan Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê hertim zindî destpê kir û pişt re jî bernameya civînê ya ku, ji aliyê mekteb siyasî ve hatibû amadekirin hate xwendin û piştre jî Serok Barzanî bi awayekî berfire behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê bi taybetî û ya Îraq û herêmê jî bi giştî kir.

Di encama beşdarî kirina endamên civata serokatiyê di şîrove kirina her yek ji wan babetan de çendîn nêrînên hevpar û biryarên hevbeş yên ku, xizmeta berejwendiyên netewî dikin derketin holê.

Di derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de beşdarên civînê  tekez li ser vê yekê kirin ku, pêwîste bi awayekî lezgîn biryarek bo serast kirina prosesa siyasiya Îraqê were girtin û dibe kêşe û aloziyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de û herwiha kêşeyên girêdayî yên bi desthilatdarî yên li welat de bi rêya qanûnê û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de werin çareserkirin.

Di civînê de sedema rewşa niha ya Îraqê jî bo cîhbicîh nekirin û binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê  û ji bo çareseriya pirsgirêka heyî  hewldanên Serok Barzanî jî yên di vê derbarê de bi girîng wesif kir û ev helwestên han bi helwestên dilsozane bo tevahiya pêkhateyên Îraqê wesif kir.

Di derbarê rewşa Kurdistanê de jî bandora pêvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser pêvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û welatên Cîhanê de hate şîrovekirin û tekez li ser rêçika rast ya prosesa siyasiya Kurdistan û pêvendiyên Hikûmeta Kurdistanê bi welatên Cîhanê re hate kirin.

Her di derbarê rewşa Kurdistanê de di civîna han de tekez li ser bihêztir kirina yekrêziya nava mala Kurd hate kirin.

Di derbarê kar û çalakiyên parlementoya Kurdistanê de jî hate gotin ku, heta niha parlementoya Kurdistanê kariye kar û çalakiyên xwe li gorî qanûnên heyî cîhbicîh bike û di derbarê Hikûmeta Kurdistanê de jî bi Serokatiya  Nêçîrvan Barzanî hate gotin ku, Hikûmet û kabîneya nû jî destpêkeke baş û ektîf hebûye û hêvî dikin ku, her bi vê rengî dom bike.

Di berdewamiya civînê de rewşa emnî û ewlekarî ya Kurdistanê jî hate nirxandin û di vê derbarê de rola dezgehên emnî û ewlekarî yên Kurdistanê ku, karîne rewşeke baş ya emnî û ewlekarî dabîn bikin bi girîng hate wesifkirin.

Back to top button