Kultur

Beyaz TV ji Tatlises pera dixwaze

Stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises, sala çûnê rasta êrîşeke çekdarî hatibû û giran birîndar bibû. Zêdetirî salekêye ku Tatlises dermankirina xwe didomîne. Berî ku rasta êrîşê hîn nehatibû, Tatlises di televizyona Beyaz TV de, bernameya “Îbo Show” dikir. Bername her hefte zindî dihate ser ekranê.

Rayedarên kanala Beyaz TV, diyar dikin ku, wana bi Tatlises re serî her beşeke bernameyê bi 75 hezarî lihevkirine. 5 roja berî ku Tatlises rasta êrîşê nehatiye, diravê 5 beşa bi hev re, 375 hezar lîre pêşin dane Îbrahîm Tatlises. Wana niha ew diravên xwe yên ku pêşin dabûn Tatlises dixwazin. Îdia dikin ku Tatliser, bi yek alî peyman fesh kiriye. Niha ji Îbo tê xwestin ku, hemberî bernameyên ku nekirine, 273 hezar lîreyî şûnde bide.

Kanalê dîsa 20 hezar lîre jî doza tezmînatê ji Tatlises vekir. 10 hezar lire tezmînata madî, 10 hezar lîre jî, ji hatinîyên reklaman bêpar hîştinê derheqê Îbo de Beyaz Tv’yê doza tezmînatê vekir.

Beyaz TV. televizyona kûrê Şaredarê Bajarê Mezin yê Enqerê Melih Gokçek, Osman Gokçek e.    

Îbrahîm Tatlises, bi biryara bijîşkên xwe, niha nikare derkeve bername û konseran. Çimkî ji bo Îbo, kelecanbûn bandoreke neyênî li ser dermankirina wî berdidiye û ji ber vê bijîşkên wî hemû karên ku kelecanê dike bidine Îbo qedexe kirine. 

Back to top button