Civak

Ala Tirka li ser cenazeyê kurê xwe nexwestin

Li herêma Çolemergê di şerê nav leşker û çekdarên PKK-ê de leşkerek jiyana xwe ji dest da.

Leşkerê jiyana xwe ji dest dayî ji Bismila navçeya Diyarbekirê bû. Dema leşkera cenazeyê wî teslîmê malbata wî kir, malbata leşker Hakan Koçer ala  Tirka li ser tabutê rakirin.

Malbata Hakan Koçer rewresma fermî  ya dewletê nexwest.Hat gotin ku 21-ê meha Adarê şerekî di navbera leşkeran û çekdraên PKK-ê de derketî 5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dabûn û yek ji wan pismamê leşker Hakan Koçer bi xwe bû.

Hat ragihandin ku malbata Hakan Koçer amadebûna daweta wî dikiran ku dema ji leşkeriyê vegere wî bizewicînin.

Dema behsa şer û kuştinê tê kirin trajediya kurdan tê xûyakirin. Birayek çekdarê PKK-ê û birayek di leşkeriyê de ye. Di vê dema dawî dewlet bi zanebûn piranî leşkerên kurd rêdike herêmên ku şer lê çêdibe. Ev jî politika dewletê ye. Eve bira bi bira didin kuştin û eve encama şerê bê wate.

Back to top button