Polîtîk

Demirtaş jî wek Zana dibêje

Piştî daxuyaniya parlementera Diyarbekirê Leyla Zana ku di derbarê  serokwezîrê Tirkiye û AKPê de kirî, di serî de serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş û derdora PKK-ê bi tundî rexne li dîtinên Zana kirin. Herweha dan xuyakirin ku dîtinên Leyla Zana BDP-ê girê nade.

Lê dema mirov hevpeyvîna serokê BDP-ê ya ku li gel Neşa Duzel di rojnama Tarafê de kirî, tiştên ku di derbarê AKP-ê de dibêje ne ji gotinên Leyla Zana dûrin.

Gelek caran pirsa AKP-ê di nav kurdan de bûye cihê gotubêje û gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li ser siyaset a ku AKP-ê rêve dibê dîtinên xwe gotine. Piranî dihat gotin ku, AKP li dijê statukoyê ye, gavên ku li dijê statukoyê tavê je başe û dive pişgiriya wan gavan bête kirin. Ji ber ku di şerê dijê statukoyê de derizandina dîwarên Kemalîzmê ji bo kurdan jî girîng e.

Dihat gotin ku AKP di vî şerî de serbikeve, wê îktîdara xwe bide qebûl kirin ku hêdî ew bi xwe li xwedîtiyê statukoya xwe bikin. Kurd pişgiriya her gava ku dijê statukoyê û kemalizmê bikin di berjewendiya wan deye. Lê AKP-ê ji bo çaresiriya pirsa kurd wek hêviyekî bibînin ev çewt e.

Demirtaş di beşek hevpeyvîna xwe de dibêje:Ew kesên ku 2002-ê  AKP damezirandin daxwaziyên vê civata ku ji ji statukoyê û rejimê aciz bûyîn baş xwendin.Taybetî gavên di derbarê endametiya Yekitiya Ewropa ve avêtîn gelek balkêş bû. Bayê derve dan pişta xwe û dest bi pêvajoya reforman kirin.

Herweha Demirtaş dibêje: Ji bo ku nekarîn çanda demokrasiyê avabikin ew bûn dîne desthilatdariyê. Ew bûn dewlet. Welê mezin bûn ku wan bi xwejî bawer nedikira. Ji bo bikaribin desthilatdariya xwe berdewam bikin û hêza ku di bin bandore xwe de kontrol bikin du rê li pêşiya wan hebûn.

Yan wê dewlet kiçik bikiran û desthilatdariya xwe li herêman re leyvekiran, yan jî wê zordariyê zêde bikiran û tehekuma xwe zêde bikiran. Wan rêya duyem hilbijart.

Demirtaş wek kurdan hemiyê difikirê û van dîtinan dibêje. Dema mirov xwedî van dîtinan be nikare rexneya li gotinên Leyla Zana bike. Dema mirov xwediya van dîtinan be nabê kurdên din bi hevalbendiya AKP-ê tawanbar bike. Ew siyaseta rojanê li gora rojê bête kirin tu feyeyê ji tevgera kurd re nayne.

Dema BDP bixwaze AKP-ê wek partiyek faşît bibîne û dema bixwaze pesnê AKP-ê bide  nabe. Di bingehê xwe de ev siyaset dibe sedemê çewtiyan.

 

Rojevakurd:Nûçe/analîz

Back to top button