PYD-ê bîranîna Helebçe sabote kir(Vîdeo)
Doh li hemî derê Kurdistanê komkujiya Helebçe hate bîranîn. Komujiya Helebçe li hemû deverên Kurdistanê û derveyê welat cihê ku kurd lê hene bi rêz hate bîranîn. Demjimêr 10.55-ê herkes ji bo rîzgirtina Helebçeya Şehîd rawesta.
Helebçe li Kurdistana Rojava bajarê Efrînê jî hate bîranîn. Xelkek kombibûn di bin ala Kurdistanê de ji bo rêzgirtina şehîdên Helebçe rawestan. Dema rawestandinê de grubek bi motosiklêtan bi qelebalik û dengderxistinek mezin xwestin wê rawestandina ji bo rêzgirtina Helebçê têk bidin û sabote bikin.
Ew grub û kesên bi motorsiklêtan ew çelakiya bê ehlaqî kirîn alayên PYD rakirîbûn. Heta niha jî PYD di vê derbarê de tu daxuyanî nedane. Ev çelakiya rûreş dide xuyakirin ku ew zihniyet çikas dijê nirxên neteweyî yê Kurdistanê ne.
Her çelakiya dijê nirxên netewî yê Kurd û Kurdistanîbe divê bête şermezarkirin. Eger hinek vê yekê bi navê kurdeyatiyê dikin divê dubare bête şermezarkirin.