Polîtîk

PYD dîsa li ser soza xwe nema û peymanê xerakir

Piştî çar rojan ji lihevkirina her du şandeyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd û Partiya Yekîtiya Demokratîk, PYDê li ser sê xalanên cihê nakokiyê ku yek ji wan xala serbestberdana girtiyên siyasî bû, duh (27.12.2013), fermandeyê Giştî yê Hêzên

Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ser bi PYDê ve, Ciwan Ibrahîm ragihand ku ti girtiyên siyasî di zîndanên Asayişa wan de tine ne

Ibrahîm ku di kongreyeke çapemeniyê de, amarên sala 2013an derbarê girtî, operasyonên asayişê, kiryarên xwekujiyê û qurbaniyên asayişê ragihandin, got girtiyên siyasî di zîndanên asayişê de tune ne û tekez kir ku Asayişa wan ti kes bi sedema bîr û ra yanjî helwesta 

siyasî ne girtiye

Ibrahîm herwiha got ew kesên di zîndanên wan de bi sedema têkiliyên wan bi terorîstan re yan jî bi sedema karên nerewa hatine girtin û tekez kir ku her kesê xêzên sor derbas bike wê bê sizakirin

Lê her yek ji partiya Demokrata kurd (el-Partî) û Partiya Azadiya Kurd, ku du partiyên Encûmena Niştimanî û Yekîtiya Siyasî ya kurd in, tekez dikin ku çendîn kadro û endamên wan hêj di zîndanên dezgehên ewlekariyê yên PYDê de ne

Sekreterê partiya Azadî Mistefa Cuma ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku 17 hevalên wan, di nav de endamekî polîtbîroya siyasî û 5 hevalên (el-Partî), heta niha di zîndanên hêzên Asayişa PYDê de ne û herwiha got tohmetên ku arasteyî wan hatine kirin û dosyeyên wan ji bal asayişê ve çêkirî ne û ew bi ti awayî van tohmetan qebûl nakin

Cûma diyar kir ku li gorî lihevkirina dawî li Hewlêrê divabû ku hevalên partiya wan û el-Partî berya serê salê sebest bihatan berdan, lê ev daxuyaniyên fermendeyê Asayişê berûvajî lihevkirinê ne û bi gotina wî ev yek xwevedizîn ji rêkeftinê ye

Serbestberdana girtiyên siyasî yek ji xalên lihevkirina Hewlêrê bû û daxuyaniyên fermandeyê Giştî yê Asayişê gumanê dixe ser cîbicîkirina vê xalê, herwiha deriyê Sêmalka ku divabû di nava 48 saetan de piştî rêkeftinê bihata vekirin, heta niha ne hatiye vekirin, ji xwe jî beşdarbûna li kongreya Cenêvê ku xala sêyem a lihevkirinê bû, ji aliyê opozisyonê ve hêj yekalî ne bûye

Çavkanî: Rudaw
Back to top button