Cîhan
Pêwîstiya zarokên Suriye 835 milyon dolaran heye
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya taybet bi zarokan INICEF mezintirîn bangewaziya yarmetî û alîkariyê li dîroka xwe de ji bo zarokên Suriye ragihand.
Amar û Îstatîstikên tirsnakên UNICEF wê yekê nîşan dide ku nêzîkî 4 milyon zarok li nav Suriye û 2 milyon jî li welatên cîranên Suriye pêwîstiya wan bi yarmetiya mirovî heye û tê pêşbînî kirin ji bo berdewambûna şer û nakokiyên Suriye li 2014 metirsiyan mezintir kiriye.
Her ji bo wê yekê rêxistina NY mezintirîn bangewaziya alîkariyê ragihand ku tenê zarokên Suriye pêwîstiya wan bi 835 milyon dolar heye ku dike rêjeya % 77 zêdetirê ji wê rêjeyê ya sala derbasbûyî daxwaz kiriye lê belê nekarîn kom bikin.