Cîhan

Putin cardin bû serokê Rusya

Vladimir Putin cardin ji bo serokatiya Rusyayê hate hilbijartin.  Ji dengên hatî bi karanîn ji % 80 hatine hêjmartin , heta niha encamên ku derketîn hole, Putin ji% 70 deng destve anîye.Li gora vê encamê Putin cardin dibe serokê Rusyayê . Dengên din di nava 7 berendaman de hatine belav kirin. Bê guman gelek nirxandin li ser hilbijartinên Rusya têne kirin û hinek alî behsa sextekariyê di hilbijartinan de dikin.Taybetî berendamên din ku tu deng destve neanîne, didin xûyakirin ku ew ne di mercên wekheviyê de wek Putin  dikevin hilbijartina. 

Back to top button