Mela: Li Efrînê sivîl bûne qurbanî

Serokê ENKSê Siûd Mela di derbarê ketina Efrînê di destê hêzên Tirkiye û Artêşa Azad daxûyaniyek da. Mela dibêje: Hêzên Tirkiyê derbasî nava Efrînê bûn û metirsiyeke mezin li ser Efrînê heye, ku gelek sivîl bûne qurbanî û nabe rewşa Efrînê wisa berdewam be. Ev 58 roj in ku artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê êrîşî herêma Efrînê dikin û bi balafir û topxaneyan li wê herêmê didin, lê hêj civaka navdewletî li hemberî wê êrîşê bêdeng e.Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Efrînê pir xerab e û îro hêzên Tirkiyê û Artêşa Azad derbasî bajarê Efrînê bûn û li gorî zanyariyan hêzên YPGê vekişyane, lewma jî xelk derdikevin ji bajar û rewş gelekî gelekî xerab e. Divê êdî civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî bêdeng nemînin û biryara ragirtina şer bidin, ji ber ku jiyana xelkê di metirsiyê de ye.”Serokê ENKSê wiha got: “Pêdviya rewşa Efrînê bi wê yekê heye ku di serî de biryareke navdewletî derkeve ji bo rawestandina şer û piştre jî alîkariyên mirovî bilez bighên xelkê Efrînê, ji ber ku rewşa wan pir xerab e.”Siûd Mela wiha got: “Em wek ENKSê berdewam hewlên xwe didin ji bo rawestandina şerê Efrînê, ku zêdetir hewlên me siyasî ne, ji ber ku çekên me tune ne. Şer ziyaneke mezin gihandiye Efrînê û gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.”


