PolîtîkRojev

PSK:Çareserî Berhema Yekîtî Û Hevkarî Ye

Meclisa Partiyê ya PSKê civîna xwe ya asayî li darxist û encama civînê de, ji bo raya giştî daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

Çareserî Berhema Yekîtî Û Hevkarî Ye

Meclîsa Partiya me di 29ê Mijdara sala 2020’an da civina xwe ya asayî çêkir û li ser mijarên rojeva xwe giftugo kir û biryar da, ku belavoka jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.

Di hel û mercekê da, ku dinya di ber deste şewbeyê Corona da dinale û bêtîrî mîlyonek mirov ji ber şewbeyê canê ji dest dane, di herem, Kurdistan û Tirkiyê da buyer û pêşhatiyên gelek girîng rûdidin.

Li Tirkiyê, ku ji ber siyaseta aborî û dagîr kirin û êrîşkar ru bu rû ye qeyrana aborî bibû, Tifaqa Cumhur, di proseya xebat dij-Pandamiyê da, şuna ku tendurîstiya gel biparêze, pêdiviyên aborî li ber çav digre. 

Regîriyên, ku bona peşiya berbelav bûna Coronayê hatine dest nişan kirin, jiyanê bo zehmetkêşan zindan kirine û zahmetkeşan muxtacê pariyek nan in.

Ligel vê yêkê deshilata Tirkiyê şewbeyê wekî hencet bi kar tine, daku pêşiya bi kar anina maf û azadiyên demokratîk bigre. Yên, ku dengê xwe diji zilm û têda bilind dikin, yên ku dixwazin jingeyê biparêzin, zahmetkêşen, ku bona parastin û bi dest xistina mafên xwe derdikevine kuçe û kolananan dikevin ber êrîşa poles û canderme. 

Erîş û têda li ser sendîqa, dezgeyên sîvîl, jorên pişeyî, ku dijî kar û kiryarên Tifaqa Cumhur in, roj bi roj zêdetir û tundtir dibin.

Dadigehan, ku ne li gor binameyên huqûqî, bi gor nasname û bîr û baweriya mirovan biryar didin, bûne beşekê hikumatê û bi gor destura wê kar dikin.

Li Kurdistanê her roj, li ser siyasetmedar, huquqnas û berpirsên dezgeyên sîvîl operasyon têne çêkirin.

Binpê kirina vîn û îradeya gel berdewam e. Yek-du şaredarî mane, ku ji wan ra qeyyum nehatiye destnişan kirinê.

Deshilata Tirkiyê, êriş û operasyonên xwe li Kurdistana Başurê bi henceta PKK, siyaseta dagir kirina Kurdistana Rojava û girjî û qeyranê, ku di Deryayê Navarast pêkaniye, wekî amrazek bi kar tine bona, ku bala gel bikşine dervayê tixubê.

Rejîma taqekesî a Tirkiyê, ku li hundur û derwayê asê bûye, dijminatiya nirxên rojava gurtir dike. Bi henceta parastina evlehiya netewî û yekparçeyiya Tirkiyê, sovenîzma Tirk û dijminatiya Kurdan bilindtir dike.

Eşkere bûye, ku Tifaqa Cumhur nikarê pirgirêkên aborî, siyasî û diplomatîk, ku rû be rû ye, çareser bike. 

Hevkariya hêzên şoreşger, demokrat û welatparezen Kurd li ser bingeha demokrasi, azadî û aşitiyê dikare pirsgirekan çareser bike.

Bona ku hêzên welatparezen Kurd ji derfetên baş û li bar kel verbigrin,  ku bi hilbijartina Bîden wekî Serokkomara Dewleta Yekbûyî ya Amerika pêkhatiye, berê her tiştê divê yêkîtiya xwe li ser welatparêzî û demokratîk ava bikin.

Bona vê yeke;

Partiya Sosyalîst Kurdistan-PSK, piştgiriya xwe carekî dinê li proseya yekitiyê, ku li Rojava Kurdistanê bi reva diçe, radigihine û daxwaz dike, aliyên dinê jî beşdarê proseya hanê bibin.

PSK çext li ser vê yeke dike, ku divê PKK serweriya hikumeta Herêma Kurdistanê nas bike û destê xwe ji kar û baren navxweyiya vê perçeyê bikşine.

PSK carekî dinê bang li hêz û partî û sazî û kesayetiyen welatparêz yên Kurdistana Bakurê dike, di tevgera niştimanî û demokratîk da destê xwe bidine hevudu.

PSK li hembere rejîma taqekesî  bang li hemu hêzên şoreşger, demokrat û guhartinxwazê dike, ku bona demokrasi, aşitî û azadiyê bi hevra xebat bikin.

03 Mijdar 2020

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button