Polîtîk

Prosesa siyasî çewe rêve diçe !

 

Li Kurdistanê li himber hemû astengên YNKê partiyên siyasî civîna xwe li darxistin û parlementoyê desteya serokatiya xwe hilbijart.

Niha jî parlementoya Kurdistanê dest karê xwe yê yasayî dike û prosesa siyasî bi rêve diçe. Rojên li pêşiya me de, parlemento dicive û komisyonên  xwe destnîşan dike. Komisyona herî girîng jî Komisyona Yasayî ye. Ji ber ku heta Komisyona Yasayi newê avakirin ,parlemento nikare tu qanûnekî derêxe. Ji bo vê jî di destpêkê de Komisyona Yasayî tê hilbijartin û qanûna serokatiya Kurdistanê tê derêxistin.

Piştî qanûna serokatiyê ji aliyê parlementoyê de bê pejirandin, parlemento serokê herêma Kurdistanê  hildibijêre. Dema serokê Kurdistanê bê hilbijartin, serok jî ji bo avakirina hukumetê kandidat destnîşandike û bi vê awayî prosesa siyasî rêve diçe.

Eger YNK li parlementoyê vegere, postên ku berê li ser hevhatin hatîn kirin dê ji bo YNKê bêne spartin. Na eger YNK bêje ku; “ Ez xwe nêzikî parlementoyê nakim“ dê cardin prosesa siyasî berdewam be.

Back to top button