Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya 2018ê: Saleke Rojnamegeran & Medyayê

0
124

Piştî ku di sala 2015ê de dawî li pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan hatiye dayîn û sala li dû wê jî hewldana derbeyê çêbûye, hiştiye ku li Tirkiyeyê li gel civaka sivîl û akademiyê, medya jî ji ber polîtîkayên “ewlehiyê” bibe hedef.

Di sala 2018ê de ji Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE) ta Parlamentoya Ewropayê, ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ta saziyên rojnamegeran ên netewî û navnetewî, hemû aktoran li hemberî rewşa heyî ya li Tirkiyeyê deng derxistin. Di heman salê de her weha dezgehên derbarê medyayê yên weke Midûriyeta Giştî ya Çapemenî û Enformasyonê û TRT di nava sîstema Serokomariyê de hatin bicîkirin, her weha amadekariya kontrolkirineke rijdtir a li ser weşanên bi rêya înternet, radyo û televizyonên tên kirin temam bûne.

Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê nîşan dide ku di sala 2018ê de herî kêm 125 nûnerên medyayê ji ber Qanûna Dijterorê û Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) hatiye cezakirin. Heman rapor weke wê ji bo sala 2019ê “qasidê girtina rojnamegerên cezaxwarine” be.

Rapor balê dikişîne ser wî tiştî ku ji bilî yek du biryarên di serê sala 2018ê de hatine dayîn, di mijara girtinên kêfî ên rojnamegeran de, fonksiyoneke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî nîne. Rapor destnîşan dike ku di du salên dawiyê de ji ber xalên TCKyê yên derbarê “derbekarî” û “hedefgirtina ewlehiya dewletê” de bi gelemperî pênc caran cezayê girtinê yên muebeta girankirî û 45 sal cezayê girtinê dane 7 rojnamegeran, bi îdiaya “rêveberî, endamtî an jî alîkariya rêxistinê” kirine 480 sal û 2 meh cezayê girtinê dane 64 rojnamegeran û ji ber “Qanûna Dijterorê” bi gelemperî 122 sal û 6 meh û 2 roj (14 sal û 10 meh û 7 roj jê hatiye taloqkirin) cezayê girtinê li 52 rojnamegeran birîne.

Li gorî Rapora Çavdêriya Li medyayê ya BIAyê her weha sala 2018ê bûye saleke wiha ku, ji ber xebatên pîşeyî yan jî polîtîk ceza li 123 rojnamegeran hatiye birîn, 47 rojnameger hatine desteserkirin, 19 rojnameger û saziyeke medyayê rastî êrîşê hatiye, ji ber nûçe û rexneyên wan, bi îdiaya “heqaret li Serokomarî” kirine ceza li 20 rojanemger, nûçegihan an jî qunciknivîsan birîne.

123 rojnemager girtî ne
122 rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û dosyayên siyasî, di girtîgehan de sala 2018ê pêşwazî kirine, ev hejmar di encama tehliye û ji nû ve girtinên di nava salê de, 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê dîsa bûye 123.

Ji 123 rojnamegerên ku girtî en, 47 jê cezaxwarin e, dadkirina 34an berdewam dikir. Derbarê 30 rojnamegeran de lêpirsînname hatibû amadekirin, ceza li 12 ji wan hatibû birîn û van 12 rojnamegeran dosyayên xwe şandibûn Dadgeha Istînafê an jî Dadgeha Bilnid.

Ji 20ê Tîrmeha 2016ê, yanî roja ku Rewşa Awarte hatiye ragihandin heta îro, 73 rojnameger û xebatkarên medyayê yên di operasyonên li ser “Rêxistina Terorê ya Fethullahiyan/Rêxistina Dewleta Paralel- FETO/PDY” de hatine girtin heta 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê di girtîgehan de bûn. Heta heman dîrokê, 38 rojnameger an jî xebatkarên medyayê bi tohmeta ku têkiliya wan bi rêxistinên weke PKK/PYD/KCKyê re heye, di girtîgehan de bûn.

47 rojnameger hatine desteserkirin
Di sala 2018ê de herî kêm 47 rojnameger hatine desteserkirin. 36 ji van ji ber pêşketinên bi pirsgirêka kurdan ve girêdayî dişopandin, li Beşên Tijderorê yên Midûreyên Emniyetê hatine girtin.

Di sala 2017ê de ku bandora Rewşa Awarte gelekî xurt bû, ev hejmar 85 bû. 31 ji van kesên desteserkirî di dezgehên medyayê yên nêzîkî Cemaeta Fethullah Gulenî de, 20 jê di medyayên kurdan de, pênc jê jî di medyayên navnetewî de kar dikirin. Ev hejmar di sala 2016ê de 201, di sala 2015ê de 120, di sala 2014ê de 72 bûye.

Rojnamegerek hatiye kuştin
Di sala 2018ê de herî kêm 19 rojnameger û dezgeheke medyayê rastî êrîşê hatiye. Her weha, li Konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdiyê rojnamegerê siûdî Cemal Kaşikçi hatiye kuştin lê hîna jî termê wî nehatiye dîtin. Lê hêla din, gef il 70 rojnamegeran û 4 dezgehên medyayê hatiye xwarin.

Di sala 2017ê de rojnamegereke sûriyeyî li Stenbolê hatibû kuştin, êrîş li ser 20 rojnamegeran, rojnamegerekê û weşanxaneyekê hatibû kirin. Her weha gef li 12 rojnameger û pênc dezgehên medyayê hatibû xwarin û pênc rojnameger jî rastî êrîşa devkî hatibûn.

Di sala 2016ê de, 56 xebatkarên medyayê yên li herêmên ku pevçûn û çalakî lê hene, rastî êrîşan hatibûn. Herweha êrîş li şeş dezgehên medyayê hatibû kirin, rojnamegerekî/e sûriyeyî hatibû kuştin. Di heman salê de gef li 118 rojnameger û pênc dezgehên medyayê hatibû xwarin. Di sala 2015ê de sê rojnamegerên sûriyeyî yên li Dîlok û Rihayê kar dikirin, û ji Tirkiyeyê nivîskarek hatibû kuştin. Tundkarî li 64 xebatkarên medyayê, nivîskarekî/ê û çar dezgehên medyayê hatibû kirin.

TCK 299 û mehkûmbûna bi wê qanûnê
Di sala 2018ê de herî kêm 20 rojnameger bi qanûna 299ê bi sûcê “heqareta li serokkomarî” hatin dadkirin. Bi vê qanûnê li ser hev 38 sal û 5 meh û 4 roj cezayê girtinê(6 sal 10 meh û 12 roj ceza hat bi paşdedan) û 35 hezar cezayê pereyî hat dayin.

Piştî Tebaxa 2014ê Recep Tayyîp Erdogan weke Serokomar hate hilbijartin, ji ber weşan û ramanên li ser Erdoganî TCK 299 bêhtir hatiye bi kar anîn. Ji vê dîrokê heta 1ê Kanûna Paşiyê (Rebendan) ya 2019ê herî kêm 54 rojnamegeran ji ber TCK 299ê cezayê girtnê xwariye, cezayê girtinê xwariye lê cezayê wan hatine taloqkirin û cezayê pereyan li wan hatiye birîn.

Di sala 2017ê de 17 rojnameger û nivîskarên rojnameyan bi qanûna 299ê bi sûcê “heqareta li serokkomarî” hatin dadkirin. Bi vê qanûnê li ser hev 8 sal û 10 roj cezayê girtinê(4 sal 10 meh û 10 roj ceza hat bi paşdedan) û 136 hezar û 500 cezayê pereyî hat dayin.

Çar rojnamegeran beraet kir. Dema dadkirinê ji bo rojnamegerekî temam bû.

Di dawiya salê de dozên nû li şeş ronjamegerên din hatiye vekirin. Di sala 2016ê de bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kirine” 15 sal û 4 roj cezayê girtinê (6 sal û 2 meh hatiye taloqkirin) li 12 jê rojnameger li 16 kesan hatibû birî. Her weha 42 hezar TL cezayê pereyan jî li dabûn heman kesan.

Digel rexneyên dad, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komisyona Venedîkê û Yekîtiya Ewropayê, piştî Dadgeha Destûrî di sala 2017ê de biryar girt ku TCK 299 “Ne li dijî Dadgeha Destûrî ye” vê biryarê rê li ser binpêkirinên par vekir.

2 hezar û 950 nûçeyên on-line hatine astengkirin
Di sala 2018ê de ya kêm 2 hezar û 950 nûçeyên malperan, 77 Twît, 22 parvekirinên Facebookê, û 10 malper hatine astengkirin. Sê caran weşana orhganên medyayê hatiye qedexekirin(qedexeyek demkî bû). Di salekê de 8 rojname, 2 TV, 2 name, rêzefîlmeka TVyan û hevpeyvînek hatiye astengkirin. Yek ji malperên herî popûler ên dinyayê ya bi navê Wikipedia di hemiya salê de qedexekirî bû.

Ji ber hewildana derbeyê ya Tîrmeha 2016ê gelek sazî û kes bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De hatin cezakirin. Pirskirin û şîroveya li ser wan biryaran ne mumkin e. Sala 2017ê bi pêkanîna wan cezayan borî. Sala 2017ê 6 caran demkî an daîmî weşan hatine qedexekirin, sê caran bi akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin, 47 peseport û qerteka rojnamegeriyê hatiye betalkirin. Di vê demê de 10 malper, 6 rojname, 97 malper, nivîs an rêzenivîs, 8 kitab, 6 kovar, 3 parvekirinên li Twîtterê, 8 karîkatûr hatine astengkirin.Herweha 9 caran bi awayên ji hev cida “sansûr” hatiye kirin.

Di sala 2016ê de 778 qertên rojnamegeriyê hatibûn betalkirin. Dewletê dest danîbû ser mal û milkên 54 rojnamegeran, 29 caran weşan hatibûn astengkirin, hin biryarên astengkirinê demkî bûne. Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De, 179 organên medyayê hatibûn girtin. Peseprta 46 rojnamegeran hatibû betalkirin, sê caran bi akredîtasyonê cidaxwazî hatiye kirin. Herweha 300 hesabên Twîtterê, 33 hesabêb You Tubeyê, 79 lînkên Instagramê, 323 nûçe û 76 malper hatine astengkirin.

Di sala 2014ê de heft caran weşan hatine qedexekirin. Li ser hev di çar salên dawiyê de ji ber mijarên bi rojeva Tirkiyeyê ve girêdayî 45 caran weşan hatine qedexekirin.

“Sîxurî”, “rêxistin”, “heqaret”
Sala 2018ê ji ber “derbekariyê” 5 rojnamegeran cezayê girtina mûebed standiye. 59 rojnameger bi sedema “endametîya rêxistinê, alîkariya rêxistinê” 419 sal û 8 meh cezayê girtinê standine. Bi sûcê “sivikkirina qedrê saziyên dewletê” 7 rojnamegeran 7 sal 2 meh 7 roj (2 roj 2 meh 7 roj hatiye paşdedan) cezayê girtinê standiye. Bi sûcê “tehrîkkirina ji bo kîn û dijminiyê” 4 rojnamegeran 3 sal 2 meh 15 roj (2 sal 2 meh hatine paşdedan) cezayê girtinê standiye. Bi sûcê binpêkirina mafê nehênîtîya jiyana taybet rojnamegerekî 10 meh cezayê girtinê standiye. Rojnamegerekî bi sûcê “tehrîkkirina ji bo sûcdariyê” 5 meh cezayê girtinê standiye. Herweha 7 rojnamegeran bi sûcê heqaretê, 2 sal û 8 meh cezayê girtinê standiye.

Sala 2017yê du rojnameger bi tohmeta “darbekarî” û “gefa li ser ewlehiya dewletê” bi giştî 45 sal; 6 rojnamegeran bi tohmeta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” 60 sal û 6 meh; 8 rojnamegeran bi tohmeta “biçûkxistina saziyên dewletê” 4 sal û 3 meh cezayê girtinê (2 sal û 2 mehên wê hat bipaşxistin) û 3 hezar TL cezayê pareyan yê êdlî standin. 5 ji wan jî bi giştî 43 hezar û 840 TL cezayê pareyan girtin. Rojnamegerek ji ber “Qanûna Parastinê ya Ataturkî” sal û 3 meh cezayê girtinê wergirtiye. Bi heman hincetan sala 2017yê 22 rojnameger bi giştî 111 sal cezayê girtinê û 46 hezar û 840 TL cezayê pareyan wergirtin.

Sala 2016yê 3 rojnamegeran bi tohmeta ku “belgeyên derbarê ewlehiya dewletê de weşandiye” 12 sal û 6 meh, du rojnamegeran bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 55 sal, rojnamegerekî bi tohmeta “binpêkirina nepeniyê” 2 hezar û 100 TL cezayê pareyan ê edlî wergirtibû. 8 sal û 2 roj cezayê girtinê û 99 hezar û 670 TL cezayê pareyan ê edlî dabûn 22 rojnamegeran û xwediyê malperekê. Ji bo 5 rojnamegeran jî 28 hezar TL cezayê pareyan hatibû birîn.

Mehkûmên TMKyê
Di sala 2018ê de ya kêm 21 rojnamegeran bi sûcên “propagandaya ji bo rêxistinê” û “(di nûçeyan de) cihdana daxuyaniyên rêxistinê” 67 sal 7 meh 4 roj (6 meh 7 roj hatine paşdedan) cezayê girtinê standine.

Di sala 2017ê de di çarçoveya TMKyê de bi giştî li 31 rojnamegeran 54 sal û 10 meh û 29 roj (14 sal û 4 meh ceza hat bipaşxistin) ceza hate birîn.

Dadgeha Qanûna Bingehîn dest ji “hiqûqa navxweyî” berdaye
Sala 2018ê Dadgeha Qanûna Bingehîn 135 hezar û 881 TL cezayê pereyî daye 10 rojnameger, malperek û rojnameyekê. Lê dadgehê piştî di berjewendiya rojnamegerên girtî yên Alpay, Mehmet Altan û Turhan Günay de biryar dayî xwe ker kiriye.

Sala 2017 Dadgeha Qanûna Bingehîn ji bo serdana 4 rojnameger, kanalek televizyonê, kanalek radyoyê, weşanger û leşkerek jî di nav de Tirkiye bi dana 23 hezar 427 TLyî ceza kir. Lê Dadgeha ku piştî hewldana darbeyê du endamên wê hatin girtin, serdana “şexsî” ya 22 rojnamegerên di nava şertên Rewşa Awarte de girtî, sala 2017yê ji xwe re nekir rojev.

Sala 2016yê 7 jê rojnameger biryar girtibû ku ji bo 11 kesan bi giştî 27 hezar û 590 avro cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê bibirin. Ji bo rojnamegerekî jî ji ber “girtina neheq” biryar girtibû ku Tirkiye 2 hezar avro cezayî bide.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Mehkûmkirin
Di sala 2018ê de dadgehê ji bo şeş rojnameger û du weşanger jî tê de, 12 kesên daxwaz ji dadgehê kirîn biryar daye. Dadgehê bi sûcê “binpêkirina mafê xwe-îfadekirinê” 73 hezar Euro ceza daye Tirkiyeyê.

Sala 2017yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rojnameger Fatîh Taş jî di nav de ji bo 23 kesan li gorî Xala 10ê ya Peymana Mafen Mirovan a Ewropayê (PMME) biryar girt ku Tirkiyeyê mafê azadiya xweîfadekirinê bin pê kiriye û lêçûn jî di nav de 205 hezar 430 avro cezayê pareyan birî.

2018: 157 rojnameger bêkar bûne
Di sala 2018ê de 157 rojnameger û xebatkarên medyayê ji karî hatine avêtin an jî bernameya ew lê kar dikin hatiye betalkirin.

Sala 2017yê 166 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin derxistin, neçar man ku ji kar derkevin an jî ji ber ku programên amade dikirin an jî pêşkêş dikirin qediyan, ji kar hatin avêtin.

Sala 2016yê 2 hezar û 708 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin derxistin an jî neçar mabûn ku ji kar bên derxistin. Lê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) aşkere kiribû ku di encama KHKyan de 179 saziyên medyayê hatine girtin û hejmara kesên ku ji kar hatine derxistin nêzîkî 10 hezaran e.

RTÜK: Weşana 67 bernameyan sekinandiye
2018 yılında Radyo Televizyon Üst Kurulu (RTÜK), televizyonlara 67 program durdurma, 85 para cezası ve 1 uyarı cezası; Radyo kuruluşlarına da 5 program durdurma ve 1 para cezası verdi. Yayın ilkelerini ihlalden verilen para cezalarının toplamı 11 milyon 951 bin 153 TL oldu

Di sala 2018ê de RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) 67 caran cezayê sekinandinê daye bernameyan, 85 zaran cezayê pereyî daye û carekî cezayê hişyarkirinê daye. Bi sedema binpêkirina pîvanên weşanê 11 milyon û 951 hezar 153 TL cezayê pereyî daye.

Di sala 2017ê de 13 caran bername hatibû sekinandin, 82 caran cezayê pereyî hatiye dayin, 11 caran cezayê hişyarkirinê hatiye dayin. Radyoyan; 12 caran cezayên pereyî û sê caran cezayên hişyarkirinê standiye. Li ser hev hemî cezayên pereyî bûbû da 21 milyon û 333 hezar û 825 TL.

Di sala 2016ê de 50 caran cezayê hişyarkirinê, 112 caran cezayê pereyî, du caran cezayê sekinandina bernameyan dabû. Ji bo radyoyan 7 caran cezayê hişyarkirinê, 11 caran jî cezayê pereyî dabû. Li ser hev cezayê pereyî bûbû: 15 milyon û 907 hezar 627 TL.

Jêder: BIANET

Nerîna min :