Nivîsar

Projeya aşitiyê projeya Tirkîyeyê bûnê ye

Wek ku tê zanîn li Başûrê Rojavaya Kurdistanê şoreşek ku hîn didome heye. Rejîma BAAsa xwînrij di demên xwe yê dawî de ye. Heta berî çend hefteyan jî di nûçeyande Rojava her tim di pêşîde bû. Divê wiha bûna jî. Lê di demên dawî de, bi taybetî jî piştî hevdîtinên dewlet û Ocalanê êdî di nûçeyande cih nadin Rojava. Hat xwestin ku şoreşa li Rojava didome paşve bê avêtin.

Bêgûman ev xeletiyek mezin e. Ji ber ku hin alî nexwazin jî heta asteng jî bikin divê rewşa Rojava her tim di rojevêde be.
Bi pêşketina teknolojiyê derfet hene ku rewşa Rojava bê şopandin. Derfet hene ku beyî daxuyaniyên partiyan an daxuyaniyên ‘serokan’, mirov rasterast ji gelê ku li wir dijî rewşê hîn bibe.

Belê, em çima tiştek ku pêkan û hêsan e nakin an nikarin bikin?

Li gor min bersîva vê pirsê diyar û zelal e:

Hêzên din nav me de û ê ji dervî me ku naxwazin Rojava di rojevêde be, naxwazin Kurd di Rojava de destkeftinek bi dest nexe. Ji berk u dixwazin projeyek ku jê re dibêjin “projeya aşitiyê” bidin destpê kirin (projeya aşitiyê tenê û tenê projeya Tirkîyeyê bûnê ye) û Bakûrê Kurdistanê bi temamî têxin bin bandora xwe. Bi wî awayî dixwazin bi hêz û piştgiriya ku ji Bakûr bigirin, pêşÎ li pêldan a Ala Rengîn li Rojava bigirin. Ez bawer im mirovên ku ji siyasetê piçek fehm dikin, wê projeyê bi hêsanî dibînin.

Ji bo nehêlin ev proje biserkeve û Kurd mafê xwe yê çarenûsiyê bidestbixin divê em çi bikin?
Ger vana xal bi xal binivîsin:

1-) Divê em li her derê eşkere bînin ziman ku em Kurd netewek in, Sûriye, Tirkiye û îran li Kurdistanê dagirker in ( hewce nake em Başûr binivîsin. Ji berk u ew der azad e), ziman û çandek me yê dewlemend heye û em xwedÎ dÎrokek dirêjin.

2-) Divê em rasterast bînin ziman ku li cihanê mafên netewên din çi bin (bi taybetî jî dewletbûn) mafên Kurdan jî ew bin. Divê vî tiştî hew di gotinê de nehêlin û li gpr wê jî tevbigerin, gavan bavêjin.

3-) Divê em eşkere û bêtirs piştgirî bidin şoreşa netewî ya Rojava û divê ew jî ne tenê di axaftinê de bimîne bi rastî jî piştgirî bidin.

4-) Divê em ji ciwanê Rojavayê ku ji bo mafên netewî têdikoşin diyar bikin ku ew ne tenêne, pêşeroja me bi hev ve girêdayî ye û em amadene ku divê têkoşîna netewî de çi bikeve ser milên me bikin.

5-) Divê em eşkere seknek li dijî PKK/PYD yê ku dixwaze pêşî li kesên ku ji bo mafê çarenûsiyê (mafê dewletbûnê) têdikoşin bigire, nîşan bidin.

6-) Divê di nav rêxistinên ciwanan ên her çar perçeyên Kurdistanê, li ser bingehek netewî yekîtiyek bê avakirin. Divê em biryarên Konferansa Ciwanan bînin cih û konferansê bikin kongir ku di nav ciwanan de yekîtiyek netewî avakin.

7-) Divê li dijî lîstika kul i Bakûrê Kurdistanê di navbera dewlet û Ocalan tê lîstin (a rast dewlet nivîsandiye û derhêner e, Ocalan jî lîstikvan) helwestek eşkere bê nîşandan. Ji berk u dixwazin bi vê projeyê Kurda bê statu bihêlin û di bin navê “Tirkîyeyîbûnê”, “aşitiyek” “bi darê zorê” çêkin. Helbet bikarneanîna çekan û û nemirina ciwanan cihê kêfxweşiyê ye. Lê divê em fehm bikin ku ev proje projeya bêstatu hiştina Kurda ye.

 Divê li her derê û li hemû çalakiyan ji dêvla flamayên partî û rêxistina, perçeyên potikan ku hineka ji xwe re kiriye al her tim Ala Rengîn di dest de be.

9-) Divê zimanê Kurdî ne tenê di hundirê malê de, li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn.

Pêkane ku em van xalan zêdetir bikin, lê xalên bingehîn vana ne.

Ger em vana bikin, emê wê çaxê polîtîkayên dagirkeran ku li ser Kurdistanê çêdikin pûç bikin. Evê jî me gavek din nêzîktirê rizgariya Kurdistanê bike…

Li gel rêz û slavan

Sîdar Parêzvan

 

Back to top button