Cîhan

Progrma serdana Erdogan bo Hewlêrê diyar bû

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, bi cihê digel serokomarê Iraqê Celal Talebanî, serokwezîrê Iraqê Nurî el- Malikî û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

Li gor daxuyaniya di malpera Navenda Ragihaninda Serokwezîriya Komara Tirkiyeyê de, Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de dê serdana Bexda, Necef û Hewlêrê bike.

Şandeya digel Erdogan pêk tê ji wezîrê dewletê Zafer Çaglayan, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û wezîrê jêderên sirûştî û enerjiyê Taner Yildiz.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Erdogan dê li 28ê adarê li Bexdayê ji aliyê Celal Talebanî ve bê pêşwazîkirin û paşî jî bi cihê digel serokwezîrê Iraqê Nurî el-Malikî, serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û rêberên din yên sîyasî hevdîtinek pêk bîne.

Serokwezîrê Erdogan dê li 29ê adarê jî li Necefê serdana rêberê olî yê şîiyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî bike.

Li gor bernameya serdanê, Erdogan dê heman roj piştî nîvro derbasê Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bibe û hevdîtinek digel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bike.

Di hevdîtinan de, digel pêşhateyên aktûel yên herêmî, dê gotûbêj li ser têkiliyên Tirkiye-Iraq û Tirkiye-herêma Kurdistanê bê kirin.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan ya  Anadoluyê, serokwezîr Erdogan dê beşdarî merasîmên vekirinê yên konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê û balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bibe. Rudaw

Back to top button