Boyner Enqere tevlîhev kir
Serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin ku, tu kes nikarê hersê madeyên ewil yên destûra Tirkiye biguherîne. Komeleya karsazên Tirkiye (TUSIAD) di derbarê guhertina destûra Tirkiye de daxuyaniyek ragihand û seroka TUSIAD Boyner got ku, divê di destûra nû de tu madde tunebin ku neyên guhertin.
Vê yekê li Tirkiye gengeşeyek nû kir di rojeva siyasî de. Di serî de serokê MHP-ê Bahçeli bi tundî helwesta TUSIAD rexne kir. Li ser vê yekê rojnemevana ji serokê CHP-ê jî di vê derbarê de dîtina wî pirsîn.
Kiliçdaroglu di vê derbarê de got: Em bawer nakin ku, madeyên destûrê yên ku hatîn diyarkirin ku nayên guhertin kesek wan biguherê.Em vê yekê rast nabînin. Ji ber ku ew madeyên ku nabê mirov biguherê îrada avakirina dewleta Tirkiyeye. Divê em hemî rêzê li vê îradeyê bigirin.
Madeyên ku nabê bêne guhertin:
1- Dewleta Tirkiye cumhuriyetek e.
2- Cumhuriyeta Tirkiye, ji bo huzûra civatê û hevkariya qevmî, di erçova edaletê de rêzê li mafê mirova digire. Dewlet bi qewmiyeta kemalizmê ve girêdayî,dewletek demokratîk û laik dewleta hukukek civatiye.
3- Dewleta Tirkiye li gel miletê xwe welatê xwe yek parçeye ku tu cara nayê parçekirin.Zimanê dewletê Tirkiye. Ala dewletê wek ku yasayê de jî heyî heyv û stêra sipî ya sor e. Siruda netewî “ Istikla Marsi“ ye.Paytextê wê Enqereye.
4- Mada yekem ya ku şeklê dewletê cumhuriyet e, mada 2 yem ya ku naveroka cumhuriyetê dide kifşkirin û hukmê madeya 3 yem nayê guhertin û ji bo guhertina wan jî teklîf nayên kirin.