Civak

Profesorekî Kurd yek ji baştirîn lêkolînerên cîhanê ye

Profesor Mihemmed Secadî ku lêkolîneke cîhanî ya warê Kîmyayê ye û xelkê Rojhilatê Kurdistane û li Zanîngeha Soran kar dike, yek ji sed baştirîn lêkolînerên cîhanê ya sala 2019 hate nasîn.

Saziya Clarivate Analytics roja pênçşem 12ê Adara 2020 nameyekî ji bo Profesor Secadî şandiye û têda hatiye nivîsîn ku ji ber ku lêkolînên wî gelek caran li warê Kîmyayê da hatine bikaranîn yek ji sed zanayên diyarên cîhanê hatiye destnîşankirin, ji bo wê yekê jî pîrozbahiya wî dikin.

Saziya Clarivate Analytics li pîrozbahiyê da hewlên Profesor Secadî gelek bi girîng bi navkiriye ku ew jî sedemeke ji bo “pêşxistina zanist û dahênanê”. Her wiha ragihandiye “hejmareyekî gelek kêm ji zana û lêkolînerên cîhanê digihin wê astê û şanaziyê bi dest xwe ve tînin”.

Back to top button