Polîtîk
Fagin: Kurdistan rêkarên gelek baş li ber girtiye

Steve Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê eşkere dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên gelek baş ji bo rêgirî kirina li belavbûna virusa Corona li ber girtine.
Steve Fagin Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê li rûpela xwe ya taybetî nivîsiyet, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên gelek baş ji bo rêgirîkirina li belavbûna virusa Corona li ber girtiye, ji ber ku dizanê eger belavbibê çi encamek dibê.
Nûnerê Amerîka ragihandiye, pêwîste em jî jê fêrbibîn. Destxweş Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wan rêkaran.