Cîhan

Preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu

Duhî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kir û îro li avahiyê wezareta derveya Tirkiyeyê ji aliyê Ahmet Davutoglu wezîrê derveyê hikûmeta Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin û her du aliyan bi hev re preskonferenseke mişterek saz kir û tê de barsiva pirsên rojnamevanan dan.

Di preskonferensê de serok Barzanî got ku ev serdanan wan bo Tirkiyeyê nîşana pêşveçûna têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de got: Tirkiye welatekî gelek giringe li deverê. Tirkye ji bo Îraqê û herêma Kurdistanê deriyê Ewropayê ye. Îraq jî ji bo Tirkiyeyê pira derbasbûna Kendavê ye. Herêma Kurdistanê jî pireke bihêze bi peywendiyên navbera Tirkiyeyê û Îraqê.

Li dor vebûna demokratîk li Tirkiyeyê serok Barzanî got: Ew siyaseta vebûna demokratîk bû hikarê guherîna dîrokî li deverê û guhrîna têkeliyan. Serok Barzanî destxweşî li serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo destpêkirina wê siyaseta vebûnê kir û rola Ahmet Davutoglu wezîrê derve yê tirkiyeyê di wan guhertinan de bilind nirxand. Serok Barzanî got ku pêwîste hemû hevwelaiyekî Tirkiyeyê piştevenaiyê li vê siyasetê bike daku dawî li xwînriştin û şidetê  bê û pirsgirêk bi awayê demokratîk bên çareser kirin.

Di bersiva pirsekê de li ser rewşa Kerkûkê serok Barzanî got: Destûra Îraqê çareseriya meseleya Kerkûkê yekalî kiriye.  Divê pirsa Kerkûkê li gor destûra Îraqê û madeya 140ê bê çareser kirin. Her dema madeya 140 hat bicihkirin, hîngê meselaya Kerkûkê jî çareser dibe. Me daxaza tu çareseriyên din ji derveyî destûra Îraqê nekiriye.

Hêjayî gotinê ye ku di preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu wezîrê derveyê Tirkiyeyê de bi tenê alayê tikrî hebû û ev yek ji bo rojnamevanan bo cihê pirsê ka gelo çima bi tenê alayê Tirkiyeyê heye û alayê Îraqê nîne.
Di vêçarçoveyê de Ahmet Davutoglu got ku tu sedemek jê re nîne eger hûn hez bikim niha em dikarn alayê îraqê deynin.
 

Back to top button