Polîtîk

Serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye destpê kir

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî  cara dawî sala 2002-ê meha Nîsanê  wek serokê Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Tirkiye kirî bû. Niha jî piştî 8 salan wek serokê herêma Kurdistanê bi vexwandinek fermî li gel hinek wezîr û berpirsiyarên bilind yên Kurdistanê li Enqereye. Barzanî li gora protokola fermî hate pêşîwazî kirin.

Berpirsê PDK-ê li Enqere û konsolusê Tirkiyê yê li Hewlêr, li ber deriyê balefirê xêrhatina Barzanî kirin. Barzanî li balefirxaneyê tu daxûyanî nedan. Rojnemevanekî ji Barzanî pirsî gote, hun cara dawî kengê hatibûn Tirkiye? Barzanî bi kurdî bersiva wî da û got, demek dirêj derbas bû.

Bernameya Barzanî li Enqere konsolusê Tirkiye  yê li Hewlêr organize dike.  Bernama Barzanî li Enqere gelek tejiye. Îro wê wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu re hevdîtinekî bike. Piştre dê serokwezîr Erdogan û serokkomar Gul re hevdîtina bike û herweha dê li ser şerefa Barzanî xwarinek ji teref Erdogan ve bête amade kirin û dê Barzanî li vê derê jî li gel Abdullah Gul û Erdogan hevdîtinê pêkbîne û wê li gelhevbin.

Herweha sibe bernama Barzanî ya li Stanbulê destpê dike. Barzanî li Stanbulê li gel nivîskar û rojnemevanan jî hevdîtinekî berfireh bike.

Ji bilî hevdîtinên fermî  dê Barzanä hinek hevdîtinên din jî pêkbîne. Tê gotin ku  hevdîtinek li gel serokê kevin yê DTP-ê Ahmet Turk û hinek parlementerên BDP- jî dê çêbibe. Serokê BDP-ê Selehattin Demîrtaş daxwaziya hevdîtina  Barzanî kir. Wek din gelek siyasetmedar å kesayetön kurdön  Bakur daxwaza hevdätina Barzanä kirine.

Gelek nirxandin di derbarê serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye de têne kirin. Bê goman dê Barzanî li gel berpirsên Tirkiye gelek babetên berfireh gengeşe bike. Lê heta hevdîtin pêknewin û Barzanî û berpirsên Tirkiye bi daxûyaniyan naveroka hevdîtinan ji raya giştî re eşkere nekin, her tişta ku tê gotin texmînin. 

 

Rojevakurd

Back to top button