Polîtîk

Barzanî û Erdogan hevdîtin

Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî di çerçova serdana xwe ya Tirkiye de, li gel serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan hevdîtinek pêkanî. Hevdîtina wan nêzikî 2 demjimêra berdewam kir. Di vê hevdîtinê de li ser rewşa herêmê û Iraqê hate sekinandin. Barzanî û Erdogan ji bo pêwendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê ev hevdîtin û serdana Barzanî ya Tirkiye wek gavek erênî nirxandin.

Herdû aliyan jî ji bo pêşketina pêwendiyan daxwaziya xwe dan kifşkirin. Herweha Erdogan li ser şerefa Barzanî xarinek da. Li gel Erdogan cîgirê serokwezîr Cemil Çîçek , wezîrê derve davutoglu û wezîrê navxwe Beşîr Atalay û henek berpirsên din amade bûn. Hevdîtina Barzanî û Erdogan di warek gelek germ de çêbû.

Back to top button