Civak

Prensîbên Facebookê û Tevger

 

Facebook ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê re nivîsek rêkir û dibêjin: “Hun û berpirsên malperê(Malpera Tevgera Ciwanên Kurdistanê di Facbookê de) tiştên ne li gora standartên me yên civakî  parve dikin. Ev yek berdewam be em dikarin weşana malpera Tevgerê bisekinînin. Ji kerema xwe malpera xwe berçavre derbas bikin li gora prensipên me weşana xwe bikin.“

Dema mirov berê xwe dide malpera Tevgera Ciwanên Kurdistanê tenê tiştên Kurdistanî û herweha helwesta  siyaseta xwe di derbarêKurdistanê de didin xuyakirin. Tevger behsa nirxên welatekî dike, behsa Axa Kurdistanê, Al a Kurdistanê, Diroka Kurdistanê û van nirxan ve girêdayî behsa Serxwebûna Kurdistanê dikin. Ji van tiştan kijan li dijê prensîbên Facbookê ne naye zanîn.

Eger li Tirkiye û Kurdistana Bakur Facebook di bin xizmeta siyaseta dewleta Tirk de prensîbên xwe dide kifşkirin ev yek pirsek din e.

Tu siyaset li gora prensibên kesekî din nayê kirin. Herkesê yan jî aliyê siyasetê dike li gora prensiben xwe û bîr û baweriya xwe siyasetê dike.

Dema Facebook bije dijê prensîbê me, divê bide xuyakirin kijan parkirinên Tevgerê li dijê prensîbê wan e.

Lê mixabin vê yekê nabêje. Heta niha Tevgerê tiştek dijê prensibên mirovatîyê, li dijê nirxên civakî par venekiriye. Lê di çerçova siyaseta ku lê bawerin dinivîsînin, dibêjin û helwesta xwe parve vedikin.

Nivîsa ku Facebookê ji Tevgera Ciwanan re rêkirî

 

 

Back to top button