Cîhan

CIA: Amerîka naxwaze rijêma Esed jinavbiçe

Serokê saziya îstxbarata nawendiya Amerîkayê (CIA)aşkere kir ku, di vê rewşê de Amerîka û welatên Rojava naxwaz in rijêma Suriyê a bi serokatiya Beşar Esed jinavbiçe, jiber ku dê grûpên şidetxwaz li wî welatî bala dest bin û şerê navxweyî derkeve holî û ev yek jî dibe metirsî bo ser deverê û hemû cîhanê.

Jona Birînan serokê CIA dibêje ku eger di vê rewşê de rijêma Esed jinavbiçe dê grûpên radîkal kotirola welêt bigirin destê xwe û ew grûp ji rijêma Esed tirsinaktirin.

Birînan di gotara xwe de ku li pêş komsiyona têkeliyên derve yên Amerîkayê pêşkeş kir, bi zelalî îtîraf kir ku Amerîka naxwaze rijêma Beşar Esed di vê rewşê de jinavbiçe û eger rijêma Suriyê jinavbiçe dê delîvek zêrîn ji grpûn şidetxwaz re çê be û dê dver bikev jêr xeterek mezintir.

Li gor zaniyariyên serokê CIA nêzîkî 20 hezar kes ji 90 welatan gihiştine nav rêzên DAÎŞ û li Suriye û Îraqê şer dikin.  “Amerîka xwe ji bo cengeka domdirêj amade dike ji ber ku DAÎŞ di warê êkonomî û çekî ve bihêze û çekdarên wê jî bi moraleke bilind şer dikin û di şerkirinê jî de şarezane.

Ev dîtina Amerîkayê li dijî helwest  û dîtian Trikiyeyê û Siudiyê ye, ew her du welat dixwazin bi çi rêya hebe rijêma Esed jinavbibin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button