
Peykerê Şehîd Pêşmerge Hucam Sûrçî, ku ji aliyê çekdarekî kurd ê DAIŞê ve hatibû şerjêkirin hat çêkirin.
Îro li gundê Roviyayê yê girêdayî bajarokê Berdereşê bi merasîmekê vekirina peykerê Şehîd Hucam pêk hat.
Kurê şehîd Hucam ji Rûdawê re wiha got: “Ez spasiya televîzyona Rûdawê dikem ji bo ku sucê li hemberî bavê min hatî kirin, nîşanî cîhanê da.”
Hucam Surçî birîndar ketibû destê rêxistina DAIŞê de û paşê çekdarên rêxistinê serî wî jêkiribûn. Ew helwesta DAIŞê hem li Kurdistanê hem jî li raya giştî ya cihanê rastî bertekan hatibû.
Çekdarên DAIŞê Mofeq Esed Iskender yê ku serê pêşmerge Hucam Sûrçî serjêkiribû 2yê Adarê li nav bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarekê kurd yê rêxsitinê ve di kemînekê de hatibû kuştin.