Prensesa Kurd li Rojhilata Navîn bû xwediyê şana karsaza serkeftî

Rojnameya The Financial Times, 50 karsazên serkeftiyên sala 2011 ya cîhanê hilbijart. Li warên cûda cûda de jinên karsazên ku şana xwe wergirtin, careke din jî mohra xwe ya serkeftinê li aboriya cîhanê xistin.
Ferda Cemîlpaşa(Cemiloglu) ji Başurê Kurdistanê bi wêrekî û serkeftina xwe li rojhilata navîn de wekî karsazeka Kurda serkeftî kete rojevê û karsaza serkeftiya yekema cîhanê Irene Rosenfeld (Kraft Foods)a Emerîkî û duyem jî ji Tirkiye Güler Sabancı (Sabancı Holding) hate hilbijartin.
Ferda Cemîlpaşa(54) ku karsazeka Kurda ji Ameda paytexta Kurdistanê ye, li rojhilata navîn de bazirganiyên serkeftî wajo kiriye. Ferda Cemîlpaşa ku ji malbateke bi navûdengê Amedê ye, bapîrê wê 16 salan Yemenê birêvebiriye. Her wiha Ferda Cemîlpaşa xwedî şana Prensesa Kurde. Ji ber ku dewleta malbata wê nefiyê Suriye kiribû, beşekî mezinê zaroktiya xwe ji welatê xwe dûr jiya. Cemîlpaşa li Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê li gel damezrandina şirketeke avadankirinê, bi çalakiyên xwe yên cîvakî ji bo jinên Kurdistanî re bûye mînakek.
Ferda Cemîlpaşa ji bilî jiyan û çalakî û kesayetiya xwe ya bi mînak, bi xebatên xwe yên ji bo parastina mafên jinên Başûrê Kurdistanê jî tê naskirin. Weku Seroka Komeleya Karsazên Jinên Başûrê Kurdistanê, li gel jinên ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza piştgiriya ji bo bi destxistina aboriya serbixwe û piştgirîkirina malbatê xebateke çalakene dike. Her wiha eve jî ji bo mezinbûna aboriya Kurdistanê de gelek girînge.
Wekî ku li rewşa Cemîlpaşa de jî hate dîtin rewşa civakiya jinan di roja me de hêdî hêdî diguhere. Lê belê berî sedsalekî rewş cûda bû. Wekî mînak li salên 1900 an de Charlotte Perkins Gilman li kovara ‘Women and Economics’ de nivîsandibû ku bingeha tundiya li ser jinan ji dayik û hevjîna wan tê. Her wiha dabû zanîn ku pêwîste jin bi awayeke serbixwe kar bike(Stambler 1970).
Ew gotina li jor gotinên bapîrên min anî bîramin. Bapîrê min digot: ‘’Bazirganî karê zilamane. Bi tenê zilamên bi wêrek dikarin risk li ber çav bigrin. Jin jî gelek narînin, ne tiştekî raste ku vê giraniyê hilgirin.’’ Divê em baş bînin bîra xwe ku jinan bi sedsalan li hember kedxwarî, tundî û zulmê serîhildane. Em dikarin li gotinên bapîrên min de jî nêrîna şaşa desthilata mêraneyê bibînin. Lê belê îro em dibînin ku hejmara wan kesên ku dixwazin jinan ji bilî karên mal û dayikê bikin ne kême. Yek bi yek hilweşandina berdên vê nêrînê jî encama têkoşîn û çalakiyên jinan bi xwe ye. Ji bo vê yekê jî, me xwest em li gel karsaza serketiya sala 2011 an Ferda Cemîlpaşa hevpeyvîneke taybet pêkbînin.
– Hun yek ji malbatên kevnarê ji Amedê ne, bapîrê we 16 sal Yemenê birêvebiriye. Amed hem paytexta Kurdistan hem jî wekî bajarê herî nûjen tê zanîn. Her wiha ji bo we jî Prensesa Kurd tê gotin. Gelo hestên bûyîna Prenseseka Kurd çawane?
* Belê raste herî kêm malbateke 700 saliye û li gel bi hêzbûnê herdem cara yekemînan pêkanîne û van 300 salên dawî jî birastî jî bi tenê ji bo nasnameya xwe biparêzin gelek ziyanê dane û xwedî ruheke misyonerîne. Em bi heman kultur û nêrînî mezinbûn. Bi vî awayî jî berpirsiyariya me ya civakî jî gelek pêşketiye. Li gel vê her mercekî de eniya wan vekirî, li hember her pirsekî me fêrkirin ku em çareseriyan biafirînin. Wate ez xwedî pêşeroj û paşnaveke hem gelek zehmet hem jî gelek zewqim. Eve jî rêz û berpirsiyariyeke mezin dide min. Heman demî de eve berpirsiyariyeke ciddiye. Lê belê ez xwe wekî her kesekî ji rêzê dibînim. Birastî nikarim bibêjim ez vê derfetê bikartînim. Lê belê li Tirkiyê paşnavê min handikapek bû, birêvebirina wê tekoşînê jî ji bo min herdem cihê şan û şerefê bû.
– We bi nasnameya xwe ya karsaziyê, nêrîna kevnara li ser jinên Kurd jêbir. Gelo we çawa dest bi karsaziyê kir?
* Li sala 1980 an de dema ku min Zanîngeha Hacettepe, beşa Biyolojiyê pola dawiyê dixwend, min li gel hevalekî ji pola xwe Eyüp Cilalıoğlu jiyana hevjîniyê pêkanî. Ev pêvajo, heman demî de ji bo min demeke gelek gelek girîngbû. Li sala 1981 keça min Renda Helin hate dinyayê. Ji ber ku me zanîngehên nû qedandibû, me daheteke baş jî tûnebû. Li jûrekî nivîsîngeha bavê min de me dest bi kar kiribû. Bi vî awayî jî me şerikeya Erol Medikal damezrand. Lê ez, zêde ne çalakbûm. Li sala 1983 da kurê min Mehmet Eren hate dinyayê. Heta ku zarokên min dest bi xwendina pêşî kirin, ez neçarbûm zêdetir jiyaneke li navxweyî bijîm. Ew dibistana ku zarokên min têde dixwend ji ber hinek sedemên aborî iflas kiribû û ji nişka ve ez bûbûm xwediyê wê dibistanê. Helbet li wê demê Helbet li wê demê ez li nav Yekîtiya Malbatên Dibistanê de bûm, û wê rêxistina me bêhempayan afirandibû. Li wê demê de bi piştgiriya hemû hevalan ez bûbûm Damezrîner û Serokê Lîjneya Birêvebirê Dibistanên Pêşî û Paşnavendiyên ILKEM ê. Li sala 1989 karê min ê yekem bû ku bi awayeke çalak min bi xwe birêvedibir.
– Gelo li civakeke ku jin bi awayeke zêde rastî bêmafiyê dibin de, bûna jineke karsaz hesteke çawane?
* Dê ji bo we piçek balkêş be, lê ez tu carî rastî astengekî wiha nebûm. Di destpêkê de ji bavê xwe û ji hemû civatê min piştgiriyê dît. Sedema wê yekê jî diyare, eve, kerteke baş ya jinan bû. Wate ji ber ku karên perwerde, zarok hwd. di berpirsiyariya jiyana min de bûn kesek jê aciz nedibû. Ez bawerim li vê pêvajoyê de baweriya birêvebirina saziyek, bi destxistina rêz û hûrmet û tecrube û ezmûnên minên bi vî awayî bûne sedem ku li karên minên paşarojê de ji bo min bibin pêlekanên serkeftinên zêdetir.
– Ez bawerim hun di kerta avadankirinê de bazirganiyê dikin. Gelo nexşêrêya şirketa we çiye?
* Ez karên avadankirin, şêwirmendî, dizayn, hawirde – hinarde (ithalat-ihracat)ê ve mijulim. Bi kurtî em bibêjin belênderî an ku mutahidiyê dikim. Her wiha ez du sê kertên cûda cûda de jî kar dikim. Dema ku van karan dikim, ez neçarim ku nexşêrêya xwe zelal bikim. Bi vî awayî: Pêwîste rewşê baş temaşe bikim û valahiyan baş bişopînim, meseleya pêdivî û daxwazê û diyarkirina demeke guncaw, karê ku bê kirin di dema xwe de teslim kirin û tekez divê berketî be, çi dibe bila bibe pêwîste karê min wergirtî nîvco nehêlim, nirxê wê çi dibe bila bibe, grubek baş, hevkarên bawerpêkirî û herdem bi pêkve û helbet li gel hemû xebatkarên xwe pêwendiyeke baş û bi rêz û hurmet nexşerêya minin.
– Ji bilî karsaziyê bi awayeke çalak li gel rêxistinên civakiyên medeniyê jinên Kurd de we roleke baş wergirt. Gelo li vê pêvajoyê de hun rastî tu astengiyek hatin an na?
* Helbet, ji ber ku Kurd, Diyarbekirî û ez ji malbata Cemiloglu bûm 3 handikapên mezinbûn. Di destpêkê de hemû hewldanên min ji bo xwe destnîşankirinê bûn. Dawiyê de pêwendî vedigeriyan li ser rêyeke asayî. Wate ji bo ku min bipejirînin, ez gelek têdikoşîm. Lê dema ku min gelek zehmetî dîtî, di dema ku ez Seroka Giştî ya Komeleya Hevgirtina Koçber û Penaberan de bû û eve, li Tirkiye cara yekem bû ku min li bajarê Wanê xizmeteke civakî pêşkêş dikir. Birastî jî bi her awayî ve xebatekî bêhempa bû.
– Gelo ji bo çi hun li Hewlêrê nîştecîhbûn?
* Li sala 2003 de rûxandina Saddam Husên û bi cara yekem min xwest bi çaveke jineke Kurd li vê avadankirinê de cîh bigrim. Wate ji bo min weku peywirek bû. Kazanc jî ji bo min di asta duyê de bû. Hindî dem derbas dibe ez baştir dibînim ku min biryareke baş wergirtiye. Eve, ji bo min hem bi awayeke aborî û hem jî bi manewî biryareke rast û dirûste.
– Gelo awantaj û dezawantajên ji bo karsazeke jin ya li Hewlêrê çine?
* Ji ber ku li Hewlêrê ez ya yekemîn bûm eve ji bo min awantajek bû, helbet piştî ku hatim naskirin û min xwe destnîşankir ev awantajî pêkhat. Dezawantaj jî ewe bû ku di kerta avadankirinê de ji ber ku kerteke zehmete bawerî bi jinan nebû, ji bo vê yekê jî ez gelek têkoşiyam. Li sala 2004 an de sê tişt hebûn ku gelek alîkariya min kirin, Min çanda wan dizanî û zimanên Kurdî û Erebî dizanî û paşnavê min jî rêzgirtineke taybet da min. Di destpêkê de li ser zêdekirina sifir an ku gihandina 100 an kesayetiya we û xizmeta hatî pêşkêşkirî ve girêdayiye.
– Li gor raya we rola jina Kurd ya aboriya cîhangîrî de divê çibe?
* Jinên Kurd li hemû deverên cîhanê ne. Her wiha gelek têkoşer û serketîne. Kêmasiya me jî, lobi, reklam – nasandin û gelek welat Kurdan napejirînin, ne agahdarî hebûna wan jî ne. Lê belê ev yek gelek bi lez diguhere û ez bawerim ev sedsala di pêş de dê bibe sedsala jinên Kurd.
– Gelo rêya serkeftina bazirganiya jinên Kurd çine?
* Piçek bawerî bi xwe hebe û karê ku bi herî baş pê dizane dest bi bazirganiyê bike û ya herî girîng jî divê fêrî pêkve xebitînê bibe û ji wan ezmûnên din jî sûd wergire. Wate pêwîst nake dema xwe bi keşifkirina Emerîkayê derbas bike û ewê ku jê ye bawerî pêbîne, rêz girtin û takdîrkirinê serkeftî dibe.
– Gelek dewletên Ewrupî yên wekî Fransa, Brîtanya, Elmanya û Swêdê ji bo ku jin di aboriya cîhangîrî de bilind bibin, karên hêliyê (network) pêşxistin. Gelo Parlementoya Kurdistanê, ji bo bilindkirina asta jinên Kurd ya di warê kar de bernameyên alîkariyê pêşkêş dikin an na?
* Helbet piştgiriyê dikin û çi ji destên wan bê dikin. Sibê li Parisê civîneke fermî yê girîng heye û bi taybetî me jî vexwendin. Ez bawerim dê gelek hevalên me beşdarî bikin. Li van 5 salên dawî de navê gelek jinan li Jurên Bazirganî de hatine tomarkirin. Gelek rahijmendên jinên Kurd, bi taybetî ji wan jinên ku ji derveyî welat vegeriyane tevgereke baş heye û birastî jî têne piştgirîkirin. Lê belê helbet eve demek dixwaze. Her tişt nû destpêdike, Komeleya Karsazên Jinên Kurd nû hate damezrandin. Ez jî Serokayetiya giştî ya wê dikim. Emerîka bi taybetî li welatên rojhilata navîn em beşdarî gelek konferansên fermî dikîn û gelek jî çalakîn. Em krediyên biçûk jî didin. Her wiha em xulê fêrbûnê yên pîşeyên teknîkî jî amadedikin. Saziyên jinan jî piştgirî dikin û perwerdehiyê dikin. Her wiha berdewamî li gel Wezarata Jinan jî pêwendiyê dane, lê wekî ku min got eve destpêke, bi vî awayî bidome dê gelek rê bistînin.
– Gelo berhemên Kurdan wekî pêwîst li bazara navdewletî de cihê xwe digre?
* Mixabin nexêr, ji ber ku tişteke ku berhem tînin tûne. Eger hebe jî li astekî herêmî daye (ji bilî neft). Dibe ku mehfûrên dabunerîtî heye, lê li gor demê eve jî paşve diçe.
– Gelo jin dikarin nasandina berhemên Kurdî ya bazara cîhanê de roleke çawa bibînin?
* Helbet jin dikarin lobiyan bikin, amadekariyên pêşangehan de dikarin cîh bigrin û bi awayeke baş nûnerî bikin. Jinên Kurdên derveyî welat jî dikarin li navbera xwe de hêleke elektronikî sazbikin û dikarin li ser rêya malperek hêla bazarê pêkbînin. Ji bo hevgirtinê dikarin li navbera xwe de parvekirina kar bikin. Wate her mercekî de jin serkeftîne, lê divê pêşî ew bixwazin, dê her tişt pêşbikeve.
– Li gor lêkolînan; hejmara kesên derçûyên zanîngehan, li Başûrê Kurdistanê gelek bilinde, lê belê heman demî de nufusa xortan de hejmara bêkaran jî ewqas bilinde. Tê gotin ku sedema vê yekê ewe ku şîrketên Tirk û biyaniyan kar nadin xortan. Li gor we ev yek çawa dikare bête çareserkirin?
* Nexêr bi tekez ez ne li gel vê yekê me. Zanîngeh perwerdehiyê bê pere didin. Wekî ku tê zanîn mehane muçeyek jî didin xwendekaran. Hejmara jinên ku diçin zanîngehê ji nîvî zêdetire. Piştî ku zanîngehê diqedînin jiyana hevjîniyê pêktînin. Lê belê hejmareke gelek kêm ji bo kar û bi destxistina kar lîsansa bilind dixwînin. Bi giştî zarokên malbatên girtî, ji bo ji mal derkevin û hevaltiyan peyda bikin diçin. Eger em rastiyê bibêjin, jiyana dabunerîtî ji bo wan xweştire. Lê zêdetirê xortan, hemû dixwazin bibin fermanber. Her wiha mixabin sedî 70 ê butçeya Kurdistanê ji bo mûçeyan diçe. Lê ev yek gav bi gav diguhere.
– Ji bo vê hevpeyvîna ku we li gel me kir, em gelek spasiya we dikin.
Hevpeyvîn: Solin Hacador
Cuma, 23 Aralık 2011 13:20
Wergera ji Tirkî: Zîn Mîrhac – Rojeva Kurd