Veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû
Desteka Veberhênanê ya herêma Kurdistanê aşkere kir ku di sala 2011ê de, veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû ku bêtirî milyarek dolarên amerîkî bû.
Li gorî amareke (îstastîk) Desteka Veberhênanê, di sala borî de li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê bi buhayê 2 milyar û 181 milyon û 768 hezar dolaran veberhênan li Kurdistanê hatiye kirin û piraniya wê li Hewlêrê bû.
Li gorî îstastîka Desteka Veberhênanê, milyarek û 262 milyon û 704 hezar dolar li wîlayeta Hewlêrê, 562 milyon û 981 hezar dolar li Silêmaniyê û 356 milyon û 83 hezar dolar li wîlayeta Duhokê sermaye hatiye razandin û piraniya wan pereyan di warê avakirina yekîneyên akincîkirinê de hatiye razandin.
Herwesa li gor Desteka Veberhênanê, di heyama 5 salên borî de li wîlayeta Hewlêrê 9 milyar û 819 milyon û 464 hezar û 310 dolar, li Silêmaniyê 4 milyar û 784 milyon û 942 hezar û 208 dolar û li Duhokê jî milyarek û 503 milyon û 972 hezar û 597 dolar, veberhênan hatiye encamdan.
Li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê 345 kompanîyan ku, ji wan 302 kompaniyên navxweyî, 20 mişterek û 23 jî biyanî karên veberhênanê encamdane.