Nêçîrvan Barzanî û Feridun Sinirlioglu li Hewlêrê civiyan
Îro êvarê (13.01.2012) li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê digel Feridun Sinirlioglu cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê û şandeya pê re civiya.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û mêvanê xwe rewşa siyasiya Îraqê nirxand û her du alî li ser wê xalê hevfikir bûn ku divê kirîsa siyasiya Îraqê bi rêyên aşitî, diyalog û li gor pirensîpên şirîkatiya rasteqêneya di hikûmeta Îraqê de, bên çareser kirin.
Cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di civînê de tekîd li ser wê yekê kir ku rêya herî baş bo çareserkirina rewşa aloza siyasîya îraqî û rizgarkirina Îraqê ji wê kirîza ketiye têde, rêya diyalog û lihevtêgihiştinê ye. Barzanî got ku divê hemû aliyên siyasiyên îraqî bi destûra bingehîn a Îraqê pabend bin û girêdayî prensîpê şirîkatiya rasteqîneya di hikûmetê de bin.
Peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û bi taybetî peywendiyên di warê abûrê, bazirganî û siyasî mijareke din a civîna navbera cîgirê serokê Partiya Demokrat Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê hikûmeta Tirkiyeyê bû û her dû aliyan tekîd li ser pêşvebirina wan têkeliyan kir.