Cîhan

Pompeo bi tundî tirkiye hişyar dike

Wezîrê Derveyê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka di derbarê hevkariya bazirganiya di navbera tirkiye û Çîn de hişyariyeke tund dide Enqerê.

Piştî zêdebûna karê veberhênanê û hevbeşiya di navbera Hikûmeta tirkiye û kompanya Huawei ya Çînî, Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka bi rojnameya Washington Examiner ragihandiye, tirkiye zanyariyeke zêde xistiye ber destê kompanya Huawei û wate, ew zanyarî gihîştine destê Partiya Komunîsta Çînî, eve jî kêşeyan peyda dike.

Pompeo got: Nêzîkbûna Huawei û Hikûmeta tirkiye gefê li ser hebûna hêzên serbaziya Amerîka li tirkiye çêdike.

Ji bilî nakokiyên di navbera Washington û Pekînê, niha firoştina berhemên kompanyayên Çînî li pileya duyemê berhemên pir firoşên tirkiye tê.

Back to top button