Cîhan

Iraq asmanê xwe li rûyê Îranê da girt

Desthilata Firokevaniya Medeniya Iraqê, îro pênçşem ragihand, ji sibê ve ti geşteke asmanî ya li navbera Iraq û Îranê nayê kirin û tevgera firokevaniyê li gel Îranê radigre.

Li nivîseke fermî ya Hêla Asmaniya Iraqê da ku pêşkêşî aliyên peywendidar hatiye kirin, hemû geştên çûn û hatina Îranê li sibê (25ê Eylûla 2020) ve heta demeke nediyar radigre.

Back to top button