Polîs remza serwerîya yasayê ye
Nêçîrvan Barzanî: Pirosesa siyasî li welatê me di destek emîn de ye
MON, 22 APR 2013 01:24 | KRG.org
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li Silêmaniyê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, beşdarî di şahiya derçûna 270 polîsan ji kolêja polîsên Silêmaniyê kir.
Di merasimê de, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û pîrozbahî li polîsên derçûyên kolêja polîsan kir û got:
– Polîs remza serwerîya yasa û desthilatdariya yasayê ye. Heta me ev îdyom bi kiryar anî cîyê wê, kar û zehmeteke mezin xwest, ji ber ku li welatekî diktatorî û eskertarî yê weke Îraqê, polîs kiribû cîyê pêkenînê, herwesa kiribû saziya parastina hukim, ne parastina qanûnê. Lê belê, bi dil xweşî ve, nuha ew dîtin li ser polîsan hatiye guhertin û me gelek hewilda ku, desthilatan bi polîs bidib û niha ev yek li herêma Kurdistanê bi zelalî tê dîtin.
Serokwezîr got ku, nuha hikûmeta herêma Kurdistanê kar li ser pêşxistina karê polîs, li gor îdyoma modern ku jê re dibêjin îdyoma (Polîsê Civakî) dike. Ev îdyom bi manaya xwe ya besît ango hevkariya xelkî digel polîs û kêmkirina tirsa civakê ji bûyerên binpêkirina mafan û qewmîna twanan. Bi vê rê jî rêzgirtina polîs ji aliyê xelkî ve û rêzgirtin li hemû endamên civakê ji aliyê polîs ve dirust dibe. Hewesa, piraktîzekirina vê îdyomê saziyên civaka medenî jî pal dide ku, di warê parastina îstîqrarê û aşitiya civakî de li herêma Kurdistanê, hevkariya saziyên hikûmetê bikin.
– Ez gelek xwe kêfxweş dibînim dema dibînim ku, li kolêja polîsan babetên yasa, mafê mirov, berhingarbûna şideta li hember jinan, lêkolîna tawanan û pizîşkê dad dixwînin. Ev hemû ji bo pêşxistina karê polîs li herêma Kurdistanê pêwîst û giring in.
– Beşek mezin ji pêşkeftina herêma Kurdistanê ji ber kar û westiyana saziyên emnîyên Kurdistanê ye. Îstîqrar û aramî şertê yekemîne ku kompanî û sermayedar bo welatekî biçin. Nuha ku, ev hemû kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê hene, hijmara tûrîstan li Kurdistanê roj bo rojê zêde dibe, hemî ji ber kar û xebatên hêzên pêşmerge, asayîş, polîs û saziyên emnî ye.
– Divê hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê qedir û qîmeta vê aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye bizanin.
– Pirosesa siyasî li welatê me di destek emîn de ye. Partiyên desthilatdar bi yasa û pirosesa demokrasiyê pabend in. Herwesa bi wê yekê jî pabendin ku, pirs û rawêkariyeke dirust hebe daku, paşeroja Kurdistanê bi awayekî zanayane ber bi hindê ve biçe ku, ew xweşjiyaniya li herêma Kurdistanlê heye seqt nebe û ber bi sewyeyeke bilindtir biçe û bikarîn hemû mafên xwe yê destûrî li Îraqê bidestve bînin.
Weneyên Rerisma Koleja Polisan: