Kultur

Divê medya dûrê hemû cûreyê zextê be

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera 115 saliya derxistina yekem rojnameya Kurdî û roja Rojnamegeriya Kurdî ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî xuşk û birayên rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim û li erk û karên wan de hêviya serketinê bo wan dixwazim. Li cihê xwe ye li vê rojê da Mîqdad Mîdhat Begê Bedirxan bi bîr bînîn ku bi derxistina yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîre derbasgeheke nû li rûyê geşbûna ferhenga gelê Kurd kiriye.

Ji bilî wê rola bihadara medya û rojnamegeriyê li pêşvebirina kultûr û hişyariya siyasî û civakî da heye sedemeke jî ji bo wê yekê bikarîn kêşeyên xwe bi cîhana derve bigihînîn û dikare bibê amraza rizgarkirina gelê me yê li jêrdestî û dagîrkeriyê de.

Xuşk û birayên minên birêz!

Cîhê şanaziyê ye tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê destê xwe li rexsandina azadiya raderbirîn û karkirina bi prensîpên rojnamegeriya azad li Herêma Kurdistanê da hebûye û ev rewş bi qurbanîdan û xebatekî berdewam pêkhatiye û pêwîste em hemû aliyek biparêzîn û geştir bikîn. Erkê me hemûyane medya û rojnamegeriyê wekî kilêna çavê xwe biparêzîn ji ber ku ji bo şaristaniyet û pêşketina gelê me hêmayekî girînge.

Ji bo wê yekê ku rojnamegeriya me bikeve xizmeta projeya netewe û medeniyetê berî hemû kesekî pêwîste aliyê siyasiyan destberdarî ewe bin medya û rojnamegeriyê bixin jêr rikêfa xwe. Bila medya û rojnamegerî dûrî li hemû cûre zextekî xwe bi xwe rêya xwe peydabike û kar bi biha û pêwerên wê bike.

Her bi vê helkeftê ve daxwaz ji aliyê pêwendîdaran û Sendîka Rojnamevanan dikim kar ji bo dakokîkirina li mafê rojnamevanan û xizmetkirina wê tuwêja zindiya civaka me bikin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2013

Back to top button