Dosya

PKKê muxtar û malbatên şehîdên Zergelê revandin

Endamekê komîteya mafê mirov li parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyeke de eşkere dike ku, çekdarên PKKê muxtar û çend kes ji malbatên şehîdên gundê Zergele binaçav kirine û daxawazê ji parlamentoya Kurdistanê dike li hember vê kiryara PKKê bêdeng nemînin.Firset Sofî endamê komîteya mafê mirov li parlamnetoya Kurdistanê ji Basnews re dibêje:- Ew karê PKK derheq bi xelkê sivîlê wê deverê dike wek, revandin zarokan û binçavkirin xelkê deverê li dijî hemû qanûnan e. – Malbatên qurbaniyên gundê Zargele ji tirsa topbarana Tirkiyeyê rez û baxên xwe bi cî hiştin. Lê dema malbatên şehîdên Zargele diçin bo serdana gundê xwe di rê de ji aliyê şekdarên PKKê ve tên revandin û bo cîyekî nediyar birine.Sofî dibêje ku, PKK li şûna êş û azarên malbatên wan qurbaniyan li bar çav bigire ku ji sedema hebûna çekdarên PKKê li gundê wan, çend kes ji malbatên wan şehîd bûn, lê PKK wan binçav dike û bo cîyekî nediyar dibe:- Bi baweriya me ev reftara PKKê li dijî hemû qanonaye û ev yek nayê qebûl kirin û em vê kiryara PKKê şermezar dikin. Divê hemû firaksyonên nava parlamentoya Kurdistanê vê kiryara PKKê şermezar bikin û li hember wê yekê ku PKK xelkê sivîlê herêma Kurdistanê direvîne, helwestê xwe diyar bikin.

Back to top button