Barzanî:Gelê Kurdistanê merdane tolê ji dijmin vedike

Roja yekşem 04.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kesukarên wan Pêşmergeyan civiya ku dîlgirtiyê rêxistina terorîstiya Da’îşin.Li vê kombûnê da kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî spasiya Serok Barzanî kirin ku xemxurê Pêşmergeyên dîlgirtî bûye û hemû hewlekî ji bo parastina Kurdistanê û têkşikandina dijminên Kurdistanê terxan kiriye û ew bi xwe jî li bereyên ceng amade bûye û serkirdayetiya şeran kiriye. Kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî ragihandin ku hatine axaftina dilê xwe di derbarê azîzên xwe li cem Serokê Herêma Kurdistanê bikin û behs li wê axaftin û hereşeyan kirin ku di derbarê Pêşmergeyên dîlgirtî hatine belav kirin.Li beranber da Serok Barzanî hevsoziya xwe li gel kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî nîşanda û ragihand ku gelek bi kûrî ji êş û azarên wan têdigihe û ew kur û bira û azîzên minin û ewê ji dest bê ji bo vegerandin û azadbûna wan dike û kesukarê Pêşmergeyan çi rêyek pêşniyar dikin û bi çi tiştek baweriya wan hebê ewe ji bo wan dikin ku bi vegerana azîzên wan şad bibin.Serok Barzanî eve jî bi kesukarên Pêşmergeyên dîlgirtî ragihand ku li beranber şerê derûnî û propagandeyên dijmin bihêz bin û Pêşmergeyên dîlgirtî jî qehremanin û li rêya bergiriya ax û nîştîman bûne dîlgirtî û esîrên dijmin. Li dirêjahiya axaftina xwe Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste gelê Kurdistanê dest bi bihayên bilind bê girtin, ew bihayên bilindên ku pêgeh û nav û dengeke gelek baş ji bo Kurdistanê li asta cîhanê da dirust kiriye. Gelê Kurdistanê merdane tolê ji dijmin vedike û sizayê terorîstan û tawanbaran û dijminên mirovayetiyê dide û ewê li gel Da’îş bê û hevkariya Da’îş kiribe û beşdarî tawanan bûbê, çarenûsa Da’îşê dibe.

Nerîna min :