Partya Kaekerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de hişdariyê dide wan karkerên tirk yên ku di avakirina bendav û xalên ser sînotê Îraq-Tirkiyeyê kar dikin, karên xwe bi cî bihêlin. PKK di daxuyaniya xwe de wan karkerên di warê avakirina bendav û pirojeyên ser sînor kar dikin beşek ji arteş û hikûmeta Tirkiyeyê dizane.

Hêzên Parastin Gel (HPG) balaê serbaziyê PKKê di daxuyaniya xwe de dibêje:

Ew karkerên di warê avakirina bendav û xalên sînorî de kar dikim, em wan weke beşek ji saziyên arteş û dewleta Tirkiyeyê dibînin. 

Ew pirojeye di berjewendiya dijmin de ne, ji ber vê yekê em daxwazê ji tevaya wan karkeran dinikn ku dest ji karên xwe ber din û wan deveran bi cî bihêl in.

Weke tê zanîn di 25ê meha borî de, HPG otomobîleke kompaniyeke pirojeyên rêyan li ser sînor li wîlayeta Hekarî çê dike şewitandibû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: