Cîhan

Li Malîyê pevçûn derket, 14 kesan jiyana xwe wenda kirin

Li paytexta Malîyê Bamako, di navbera leşkerên cuntayê û yên dij wan de şer qewimî, di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên dijî cuntayê, doh televizyona dewletê teslîm girtibûn, êrîşê balafirgehek û navendeke cuntayê kiribûn. Cuntaya di rêberêya Amado Sanogo de, êrîşên hemberî wan pêk hatibûn ragihandin ku êrîş şûnda avêtine. Pevçûn, doh êvarê qewimiye û gorî agahiyên gerînendeyê giştî yê nexweşxana  Gabriel Toure a Bamakoyê, 14 kes mirine û 40 kes jî birîndar bûne.

Dîplomatekî li Malîyê yê Rojavaî, diyar kiriye ku pevçûn, ji ber hewldana hêzên cuntayê xwastine fermandarekê berê bigirin rû daye. 
 

Back to top button