Kultur

Şefredaktorê Awêne îstîfa kir

 

Şiwan Mihemed şefredaktorê rojnameya Awêne ku li başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê weşûana xwe dike, ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Şiwan Mihemed duhî roja 1ê gulanê di gotareke xwe de ku di rojnameya Awêne de weşandiye, îstîfa xwe ji postê xwe weke şefredaktorê rojnameya Awêne radigehîne û xatra xwe ji xwendevanênan dixwaze û dibêje ku ew dê ji nuha û pêde weke rojnamevanek berdewamiyê bi karê xwe bide.

Li gor malpera NRT, gelek gilînameyên yasayî li ser Şiwan Mihemed li mehkemeyê hatine tomar kirin û yek ji wan gilînameyan bi yek milyon dolaran li dijî wî li mehkemeyê  hatiye tomar kirin.

Lê gor malpera Cemawer ku, sedemên îstîfakirina Şiwan Mihemed diyar kirine, dinivîse ku, Şiwan Mihemed li ser lîsta tevgera Goran ji bo meclîsa wîlayeta Silêmnaiyê hatiye namzed kirin.

Rojnameya Awêne rojnameyeke heftaneye û hemû sêşemiyan derdikeve û weke rojnamyeke (serbixwe) xwe daye naskirin.

 

Back to top button