Civak

PKKê girtî berdan

Girtiyên di destê PKKê de îro hatin azad kirin û ew teslîmê heyeta ku ji hinek berpirsên BDP û komeleyan pêkhatî kirin. Wek tê zanîn Ocalan gotibû ku divê PKK girtiyên di destê xwe de serbest berdê.

8 girtî di destê PKKê de hebûn. Polisek, qeymekamek û 6 leşker bûn. Lêşkerek ji wan kurde û birayek wî jî gerilayê PKKê ye. Îro ew kesên serbest hatin berdan digihin Silopî. Li Silopî malbatên wan li benda wanin.

Doh di vê derbarê de cîgirê serokwezîrê Tirkiye û wezirê koardînatorê pêvajoya Îmralî Beşîr Atalay dabû xuyakirin ku, wan tu bazarî li gel PKKê nekiriye.

Lê tê zanîn ku hevdîtinên navbera Ocalan û MITê de têne kirin ev pêvajo bi temamî hatiye kifşkirin. Vêca çi qonaxê de pêvajo tê sabote kirin , yan jî dê bê asteng berdewam be naye zanîn.

Back to top button