PKK, YNK û Çareseriya Pirsgireka Rojeva…

Van rojan mijar û rojeva Kurdan pir aloz û serûbinê hev bûye. Birastî hinek bûyerên ewqasî tarî û ne di fêda Kurdan de hatin kirin û hê jî tên kirin aqilê meriv ranagire, disekine.

Ev demek dirêje ku peyamên ne di xêra Kurdan de hatin dan û mesela hendeqa rojeva Kurdan serûbinê hev kir, xuya bû ku wê hinek kiryarên tarî û provokasyonên ne di berjewendîya Kurdan de bên kirin. Ji xwe hertim wisa bûye. Çi cara ku Kurd hinekî dikevin rehetîyê û mijara çareserkirina pirsa Kurd dikeve rojevê, hew we dît ku ji herdu alîyan ve (baskek ji dewletên dagirker û baskek ji PKK) û wan dawîyan YNK jî di heman deryayê de dimîze. Jibo têkdana Kurdistana azad dek û dolab bi destê PKK, PYD û taşaronê Îran û Surî YNKê ve hatin gerandin, mij û dûman bi ser rojevê ket û provokasyonan dest pê kir. Kiryar û alozîyên ku tu eleqa wan PDKê ve tunebû û tuneye, bûn sedem ku Kurd dîsa di qada navnetewî de têkevin devê xêrnexwazan û pêvajoya ku ji bo xêra Kurdan nerm bûbû, bê alozkirin.

Kuştina xortê rojevayî bû zêdebûna ser kezebê û rojev yekcarî ji hevde xist, pêvajo ji teref PKK û alîgirên wê ve li dijî PDK hat bikaranîn. Ez bahwer nakim ku tu kesek guman jê bike ku, ev propagandayên xerabkar ji teref PKKê ve bi qest û dijminanê tên kirin. Ji serokê Kurdistanê bigire, serokwezîr û piranîya dem û dezgehan, heta bi rewşenbîr û nivîskarên Kurd, di derbarê alîkariya rojevayê Kurdistanê de ti têxsîr nehat kirin. Lê hezar mixabin PKK go ti wextî xwe ji têkiliyên bi dagirkerên Kurdistanê azat nekirî, nehat razî kirin.

Kiryarên qirêj yên PKKê û alîgirên wê eşkere bûne, girêdana PKK, PYD bi rejima Surî û   Ergenekonê derdikevin holê, tê fêhmkirin ku mesele ne meseleya XENDEQ mendeqa ye, mesele ji ortê rakirina destkeftinên başûrê Kurdistanê ye. Elîkî meselê din jî ev ku, PKK û rê hevalê we YNK di nava xwede duserîtî dest pê kiriye, her du alî jî ketine xema têkçûna partiyên xwe; bela bi van boxtana edî nikarin xelkê Kurdistanê bixapînin.

PKK bi avakirina PDKs har bûye û ha yalla di medya xwe de boxtana li PDK dike. Piranîya Kurd û Kurdistaniyê aştîxwaz di nava wê tirsê de bûn ku PKK tehamula pir rengî û dengiyê neke, pêvejoyê sabote bike. Piranîya Kurdan hêvî dikin ku PKK tev ji van kiryarên qirêj berde. Taşaroniya rejima Surî negre ser milê xwe û rûn li ser nanê dewletên dagirker neke. Lê çi bû piştî avakirina PDKs bû. parêzerên Ocalan bû. PKK têkbirina Kurdistana azad girt ser xwe, Kurd û aştîxwazên heremê xeyalşikestî kir, darbeyek mezin li Kurdan û Kurdistaniya xist û dîsa berjewendîyên gelê Kurd û Kurdistanê kir bi qurbana berjewendîyên xwe û efendiyên xwe.

Tiştekî balkêş jî ev e ku, di van demên dawî de PKK û YNK bi plan û proje dijminatiya PDKê dikin. Partiya PKK ê ya başûrê Kurdistanê daxuyaniya go wê di hilb,jartinê Îraqê de pişgiriya YNKê bike dide; YNK, PYD di azimîne Silêmanî û daxuyaniyên hevbeş didin. Gelo ev tev lihevrasthatin û tesaduf in nizanim, lê dixuye ku biryar ji yek navendê derdikeve, derketiye. Bi kurt û kurmancî, PKK û alîgirên wê pir eşkere rê li ber partiyên ku ne Apocî ne girt û hefsarê xwe jî bi destê YNK û rejimên dagirker ve berda. PKK bi van têkilî û kiryarên xweyî qirêj, beyî ku pêwîstîya emelên xwe yên hevbeş bi dagirkeran re veşêrin, dest di dest de dînamîtê dixin bin devletbûna Kurdistanê û rêdana çareserîya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê. ji ber ku îro pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin pirsgirêka çareseriya mafê Kurdistanê ye. Lê ev pirsgirêka mezin a Kurdistanê jibo PKKê ne pirsgirêka bingehî ye. 

Xeletîya bingehîn a nevbera Kurdan ev e ku em pirsgirêka bingehîn û pirsgirêka PKKê têkilhev dikin. Ji ber erka Kurdistaniya parastina destkeftiyên Kurdistanê ye, lê erka PKKyîya têkbirina temamê deskeftinên go ne di kontrola wê de be. Gava îcar em ji alî Kurdistaniyan ve li bûyerê binerin, pirsgirêka Kurdistaniya pirsgirêkek netewî ye ku divê bi dewletbûn bê çareserkirin. Lê her çend pirsgirêka parastina destkeftinên Kurdistan pirsgirêka herî mezin be jî,  hê negihaye taybetmendîya hesasiyet û hişyariya netewî. Di derbarê pirsgirêka PKKê de Kurd negihane dîtinek hevbeş. Heger piranîya Kurdan di daxwazên xwe de zelal bibin, wî çaxî pirsgirêka neteweyî û pirsgirêka PKKê safî û zelal dibe.

Di nava şêwazên bidestxistina mafê Kurdên bakur de, di dema nêzîk de tekoşîna şerxwazî ne maqule. Şertên ku dewletên emperyalîstên mezin van mafan ji Kurdan re bikin diyarî jî naxuye. Di şertên îro de ji bidestxistina mafê Kurdan re tenê rêyek dimîne ku ew jî rêyên demokratîk in. Di nava şertên îro de di mijara xebata şêwazên demokratîk de ABD û YE li hev kirine ku di vî warî de zixtan bidin Tirkîyê. Wek nimûne, li şûna ku piştgirîya Kurdan bikin û ji wan re bibin pêlik, bi rêya endametîya Yekîtîya Ewrûpayê zorê didin Tirkîyê. Bi kurtî, di şertên îro de demokratîkbûn nebe çareserkirina pirsgirêka Kurd ne mimkin e.

Bi taybet di vê mijarê de PKK tu hêvîyê nade û ev jî girîngîyek zêdetir dide xebata demokratîkbûnê. Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd, wek astenga di pêşîya demokratîkbûnê de tê nîşandan û hertim demokratîkbûn tê lipaşxistin. Ger pirsgirêka Kurd nebûya, dibe ku niha Tirkîye di mijara demokratîkbûnê de di astek din de bûya.

Tirkîye baş dizane ku demokrasî çêbibe di serî de mafê mirovan û wê gellek xwestekên din bên rojevê. Tirsa komara Tirkiyê ya herî mezin jî ev e ku bi hatina demokrasîyê mafê serxwebûna Kurdan bê rojevê. Wekî din wê kêmnetew jî behsa mafên kêmnetewan bikin. Ev tê vê maneyê, demokrasî bela serê vê zîhnîyetê ye ku naxwaze ev sîstem demokratîk bibe.

Dewlet dizane ku demokrasî bê Tirkîyê wê daxwazên netewa Kurd jî zêdetir bibin. Çawa ku 80-90 salî hebûna Kurd hat înkarkirin, niha jî bi awayekî pir bi zaniztî hebûna pirsgirêka Kurdisyanê tê înkarkirin û terorê derdixin pêş. Û ev raman bi awayê “Pirsgirêka Kurdistan tune, pirsgirêka terorê heye” tê formulekirin. Lê gava dewleta Tirk pêwist dibîne wê terora PKK pê bi nav dike li dijî Kurdan bikar tîne, destekê dide wê û dixwaze PKK û Kurdên li dervayî PKKê bîne himberî hev.

Êdî herkes dizane ku parêzerê bingehîn ê PKK dewletên dagirkerên Kurdistanê ne. Heger PKK biqede, wê desthilatdarên siyasî mecbûr bimînin PKKên nû ava bike. Ji xwe heta pirsgirêka Kurdistan çareser nebe xuliqandina terorê pir hêsane. Tê dîtin ku bi vê çûnê wê pirsgirêka Kurdistan hê demek dirêj berdewam bike.

Li berevajîya ramana serdest, formula rastîn “ger teror biqede pirsgirêka Kurdistan naqede” û bi rehetî alavên terorek nû karin bên avakirin. Lê ku pirsgirêka Kurdistan çareser bibe, wê terora ku pêve girêdayî diafire jî ji holê bê rakirin.
Dewletên ku xwe nêzîkî çareserkirina pirsgirêka Kurdistan nakin, weke ku îro dikin, wê ji îro û pêde jî dest bavêjin terorê û wê bi kar bînin. Yan berdewamîya şer, pevçûn, bombebarankirin, nîjadperestî, antî demokratîzm, terorîzma hevbeş û yan jî mafê Kurdistan ê netewî.      

Divê neyê jibîrkirin ku, destkeftinên li başûrê Kurdistanê wê bibe alîkarê çareserkirina pirsgirêka pirsgirêka her çar perçên Kurdistanê. Lê ev nayê wê maneyê ku divê Kurdê perçê din li bendê rehma ji başûr bê bimînin. Li vajayî wê, ji alîkî divê ji bo demokratbûna perçên xwe kefteleft bê kirin û ji alîyê din de jî derfetên demokrasîya heyî ji bo mafê netewa Kurd bi kar bînin. Divê Kurd ji bo mafên xwe yên netewî hetanî bi dawî bi israr bin.   

Wê gavê divê di serî de PKK û em Kurdên dervayî PKKê alternatîfan zelaltir bikin. Gelo ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd, di dema nêzîk de derfet û pêwistîya şerê çekdarî hene? Wek li başûr çêbû, gelo derfetên ku hêzek super li bakur alîkarîya Kurdan bike heye?  Yan ji derveyî tekoşîna rêyên demokratîk, alternatîfên pêbawer hene?
Di dawiya nivîsa xwe de ji PKK û zewatên wê, ji YNKê daxwaz dikim ku, roj roja yekîtî û parastina destkeftiyên Kurdistanê ye; werim em bi hev re paşeroja zarokên Kurdistanê ava bikin.Yan emê bihev re azad bibin, yan jî emê tev bi hev re di wan HENDEQÊN jibo parastina Kurdistaniyan de bixeniqin.

Nuri Çelik

Nêrînek

  1. Parastina mafê merîyan eqas zor/dijwar e.! Ma merî nikarî hewkî waki merîyan teVbigerî û bi dilgermî jî bûyeran binirxinî.! Ma dema ku dewletek Kurdî hat avakirin, çi zîyanê dide merîyan.! Kesên ku bo damizrandina dewletek Kurdî gor derfetên xa, kar neke, gelo ew kesana dikarin di nav malbata xa da jî bi rehetî bijîn.. BES DEREWAN LI DESTHELATÎYA KURDISTANÊ BIKIN, SERXABÛN MAFÊ KURDAN E JÎ.!

Nerîna min :