PKK û YNK rêya dewletbûnê dixetimînin

Qendîl û Silêmanî, cardin  li dijê PDKê ketine di nava leyiztikan û senaryoya li ser derewan dinivîsînin.Eger pirs pirsa rexne kirina PDKê be û behsa kêmasiyên PDKê bê kirin ev yek tişteke ku mirov dibêje mafê her aliyekîye aliyek din rexne bike û behsa kêmasiyên heyîn bikin. Lê armanca van herdu nawenda ne rexne kirina PDKê ye. Ew di bingehê xwe de serweriya başûrê Kurdistanê û rêya ber bi dewletbûnê de diçe qebûl nakin û şerê PDKê dikin. Ew newêrin raste rast êrîşê Hukumeta herêma Kurdistanê û dezgehên ku Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dibin bikin.

YNK, Goran di nava hukumetê de ye, berpirsên parlementoya Kurdistanê ne, cîgirên serokê herêma Kurdistanê ne. Her biryarek li ser nave serokatiya Kurdistanê , li ser nave hukumeta Kurdistanê tê dayîn şirîkin. Başe madem rewş eve, qirqira vale ji bo çiye? Li vê derê du aliyên cuda hene, PKK û YNK. Du tişt van herdu aliyan digihînê hev, yek sixûriya dewleta Îranê û duyem jî dijberiya PDKê û rêya xeta netewî ye.

Desthilatdariya Kurdistanê, serokatiya herêmê, hukumeta herêmê û parlementoye. Di bingehê xwe de, ev herdu alî li dijê desthilata Kurdistanê ne, lê durûtiyê dikin  û bi zanebûn PDK dikin armanc.

PKK ne partiyek ya Kurdistana Başûr e. Ji xwe ne Kurdistaniye jî. Cihê xebata bingehîn li gora wan bakurê Kurdistanêye. Mayina wan li başûr ne yasayiye û bûne astenga herî mezin ji bo pêşveçûna Kurdistanê. Herweha her qonaxa ku rewş aloz dibe vê yekê ji bo xwe wek firsendekî dibînin û  êrîşên xwe zêdetir dikin. Eger rexneyek li hukumeta Kurdistanê bê girtin, ew jî ewe ku ji bo çi evqas rê didin lepta PKKê ya ne yasayî li başûrê Kurdistanê? Ev pirsek herî  girînge û her dema desthilatdariya Kurdistanê bersiva vê pirsê zelal bike , dê xeteriya vê rêxistina xirabiyan dike li ser serweriya Kurdistanê kêm bibe û ji holê jî rabe.

PKK li dijê hemû cureyê dewletbûna Kurdistanêye. Qendil, li gel rejimên dagirker kar dike, rewşa Ocalan zelale.

Ji aliyek din rewşa YNKê li holêye. Ew aliyên ku xiyaneta 16ê Oktoberê kirîn, niha hevserokên YNKê ne , yanî hêdî YNKê ne ya berê ye. Madem ew endezyarên 16ê Oktoberê xiyanet kirine, gelo îro çi dikin? Di bingehê xwe de heman tiştê dikin. 16ê Oktoberê de jî li gel PKKê hevkarbûn. Îro jî di pirsgirêka Zînê Wertê de hevkarin.

Lê ewên ku duhî Lahor û Pavel bi xiyanetê nasdikiran, îro heman tiştê nakin. Raste hinek hesasiyetê herêmê û Kurdistanê hene, lê dê heta kengê ew xeterî wek tehdîdekî li ser Kurdistanê be? Dema keyfa wan dixwaze, behsa du îdareyê dikin, behsa xweseriya Silêmaniyê dikin. Her demî vê yekê wek tehdîtekî li dijê xeta netewî bi kar tînin.

Tiştek gelek balkêş heye ku, hinek kesayet û aliyên siyasî kînek mezin li himber PDKê di zikê xwe de xwedî dikin. Ji bo vê jî dema YNK yan jî PKK li dijê PDKê disekênin keyfa wan tê û bi gelek zanebûn ji helwesta van herdu aliyan re li çepka têxin. Lê dema behsa serxwebûna Kurdistanê jî tê kirin li dij dernakevin û xwe wek kesayetên li ser xeta netewî didin nîşandan. Ev alî xetere, durûne û kurmek xirabin di siyasetê de.

Di rewşa îro de dû rê li pêşiya siyaseta kurda hene:

Yek jî parastina destkeftiyên Kurdistanê ye, vekirina rêya ber bi serxwebûnê diçê ye, berjewendiyên Kurdistanî li ser her tiştekîre girtine , kurtahî xeta netewiye.

Duyem jî ew rêya xetimandina  serxwebûnê ye û dijitiya hemû alî û dezgehên ku li ser xeta netewî siyasetê dikin armanca wan a serekeye.

Vêca her kes azad e.

3.5.20120

Analîz/Rojevakurd

N.Firat

Nerîna min :