Polîtîk

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Kurdistanê

Êrîşa terorîstên Da’îş ya li ser navçeyê Mikêşîfeya ser bi parêzgeha Selahedîn ku hejmarek ji hêzên emniyên Iraqê têda bûne qurbanî, bi tundî şermezar dikîn. Ev êrîş û êrîşên dinên vê dawiyê ya terorîstan, amajeyeke bi tirs ya berfirehbûna metirsî û tevgerên serbaziyên Da’îşe. Her wiha zengekê dinê agahdarkirina me hemû aliyane û ji aliyê terorîstan ve belgeya derfet dîtina rewşê û merca nebaş ya Iraqê ye, ku dûbare xwe rêkxistin û êrîşên berfirehtir encam bide.

Di demek da ji bo giyanê qurbaniyan re silavan dişînîn, ji bo kesukarên wan hevxemiyê derdibrîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn. Dûpat jî dikîn ku rewş wiha dixwazê her çi zûtire kêşe û nakokiyên navxweyî yên Iraqê bêne çareser kirin û pêkve rûbirûyê gefên ciddî yên serhildan û geşkirina terorê bibîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
02/05/2020

Back to top button