PKK û BDP divê gotinên serokê Kurdistanê piştguh nekin
”Ne li Qendîlê, lê di parlamentoyê de şerê xwe bikin”. Ev gotin a serokê Kurdistanê ye. Ger merev gotina serokê Kurdistanê birêz û pâk Mesûd Barzanî, analîz bikê, encamên hêja û rast jê di nisilin. Lidarxistina şerekî çekdarî li welatekî, ji encama ku rejîma wî welatî tu rê û mecalê nadê wî xelkî ku dîtinên xwe di atmosferek demokratîk de bînê ser zimanan. Êş û kulên xwe bi hawayekî azad bigihînê qada navneteweyî. Êş, azar û tahdeya ku li wî xelkî dibê nikarê di navenda helî azad de bigihînê cihê çareserîyê. Yanî, deshilatdarîya wî welatî rêka çûkan jî nadê berdevkên xelkên ku li wî welatî dijîn uwb. Bi kêmanî ji ber van egeran, xelk xwe organîze dikê. Xwe çekdar dikê û dest bi şerê çekdarî dikê dakû qada navneteweyî bi daxwazên wî xelkî bihisê û li ser wan daxwazan dest bi mijûlbûnê bikê. Bi kurtî, armanca & #351;erê çekdarî ji van ho û egeran tê holê.
Şerê çekdarî çend salan dûm bikê jî armanc, rê li ber atmosferek demokratîk vekê dakû merev kanibê di hilbijartina gelemperî a parlamentoyê de li wî welatî beşdar bibê û bi parlamenterên xwe ve herê parlamentoyê û dengê xwe bibê qada navneteweyî. Derfetên ku di parlamentoyê de, ji ên şerî bi gelekî bêtirin. Ihtîbara gotin û daxwazên ku di kursîya parlamentoyê de bên kirin, bi hezar qatan ji dengê şerekî bê wate û bê hedef çêtirin. Alankirina daxwazên xelkê di parlamentoyê de bi wate û bi encam dibin. Parlamenterek, kanê têkilîyan bi hemû beşên dinyayê re pêk bînê. Parlamenter, wek nuwênerê xelkê an jî neteweyekî li seranserî cîhanê bi qedir û qîymetin. Gotina wan, dibê a xelkê.
Parlamenter, ji bo guhertina makzagonê û mafên xelkê têde bi cih bibin ne hemû maf jî bin bi bandor e. Kanê tesîrekê di guhertina makzagonê de bikê. Van tiştan hemûyan ez, ji bo PKK ê û BDP ê dibijim ku gotina serokê Kurdistanê piştguh nekin. Fêde û berjewendîya xelkê Kurdan di vê sîyaseta ku hun dikin de qet tuneye. Ev bîstûheşt salin, hê yek gundê Kurdistanê ku dibin destên we deye nîne. Yek buhist axa Kurdistanê ku azadkirîye dibin destên we de tuneye. Muxtarîya yek gundê Kurdistanê di bin desthilatdarîya we de nîne. Şerekî bi vî hawayê ku hatibê kirin û bê encam maye li tu cihê dinyayê pêdenebûye û peyda jî nabê. Bi serde hun li herçar perçeyên Kurdistanê jî organîzekirînin. Li herçar perçeyên Kurdistanê, yek gund û yek buhist ax jî ne azadkirîye. Dirivên şerekî wisa ji bo kurdan ne ê xêrê lê ê zirarê ye.
Heger çiqas li gor makzagona kevin jî bê, hun beşdarî hilbijartina dibin. Di hilbijartina 12 hezîranê de hun beşdar bûn. Xelkê dengê xwe dan we, ji bo ku hun herin parlamentoyê û ji kursîya wê, derd û kulên xelkê bilêv bikin. Daxwazê xelkê li wir bînin ser zimanan û li cîhanê belav bikin. Xelkê hun kirin nuwênerê xwe ji bo ku hun herin û hewil bidin ku hun makzagona nedemokratîk biguherin û daxwazên kurdan têde bicih bikin. Hun hewil bidin ku makzagona nedemokratîk, bibê makzagonek demokratîk û mafê kurdan têde bê paraztin.
Heger hun bi vî hawayî berdewam bikin, di nerîna navnetewayetî de jî roj bi roj hun ê bê qîymet û bê nirx bibin. Desthilatîya ku heye wê mafdar bê xuyayîkirin.Ez hêvîdarim PKK û BDP guhên xwe ji gotina serokê Kurdistanê re negirin, guhên xwe gelekî baş bidinê û pozîtîv bişorvekin.
Felemez Akad 2011-08-24 Swêdê