Kultur

Keçên Başûr xwe fêrî melevaniya dikin

Di van salêndawiyê de li bajarên Kurdistanê melevangehên taybet ji bo jinan hatine vekirin. Li destpêkê gelek kêm keç û jinan qesta wan melevangehan dikir, dinav xelkê de wisa dihat gotin ku kirête keç û jin melavaniya bikin,  lê nuha li gor xwdiyên melevangehan êdî jimara keç û jinên diçin melevangehan roj bo rojê zêde dibe û ev yek bi taybetî li bajarê Silêmaniyê bi eşkereyê tê xuya kirin.

Li gor raporeke rojnameya Hawelatî, li melevangena kafeteriya, kincên taybet bo melevaniya û antrenor ên jin û gelek çalakî hene, lê piraniya keç ş jinên sersna melevangehan dikin dixazin xwe hînî melevaniya bikin.

Raz kerîm (20 sal) dibêje ku ew gelek dixaze xwe fêrî melevaniya bike, lê malbata wêm bi tyabetî bav û birayên wê astengiyan jê re çê dikin.
Kalê Mihemed ku berdewam diçe melevangehê ji Hawelatî re got: Ez gelek hez ji melevaniya dikim û malbata min jî tu astengiyan ji min re dernaxe.
Avan Kerîn (35) ku dayîka du zarokn e, dibêje ku ew her heftiyê carekeê diçe melevaniya û tu rêgirî ji wê ra nînin.

Herêz Ehmed (27) ew weke antrenor   kar dike û dibêje ku gelek keç û jin sedana melevangehan dikin û xwe fêrî melevaniya dikin. ” Êdî zeman wekeê berê nemaye, keç û jinên kurd jî derdikevin û li gora xwe çalakiyan dikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button