Civak

PKK sê ciwanên Başûrê Kurdistanê direvîne

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) sê ciwanên kurd ji Başûrê Kurdistanê li devera Rewandizê revandina û heta nûha çarenivîsa wan nediyare.PKK bi berdewamî pirsgirêk û arîşeyan ji bo xelkê gundên ser tixûbê Başûrê Kurdisyan û başkurê Kurdistanê çê dike, gundan dagîr dike û xelkê gundan direvîne. Ji ber hebûna PKKê li wan deverên ser tixûb, Tirkiye bi berdewamî wean deveran bombebaran dike û ji encama wê bimbebarana bi sedan gund hatine çolkirin û xelkê wan gundan koçber bûye, şehîd bûne û niha jî Tirkie bi hêceta hebûna PKK tixûbên Başûrê Kurdistanê derbas kirine.Elî Ewnî berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li devera Soran ji palpera kdp.info ra behsa revandina wan sê ciwanên kurd ji aliyê PKKê ve dike û dibêje:  PKK sê hevwelatiyên nahyeya Wertê ser bi qezaya Rewandizê revenaidne, ew sê ciwanên kurd ji bona anîna giyayê xwezayî li wê deverê bûn. Heta niha çarenivîsê wan sê ciwanên kurd nediyar e.Li gor wî berpirsê PDKê hewildan ji bona rizgarkirina wan sê ciwanan ji destê PKKê berdewam in.Ew sê ciwanên Kurd; Omer Ebdula, Helgurd hemedîn û Dana Xidir xelkê nahyeya Wertê ser bi qezaya Rewndizê ser bi baprêzgeha Hewlêrê ne.

Back to top button