CivakPolîtîk

PKK propaganda derew dike

Yek ji fermandarên Hêzên Pêşmerge li Şingalê bi navê Qasim Derbo ragihand, amadekarî bo destpêkirina piroseya rizgarkirina Şingalê berdewam in û her çaxê serkirdatî ferman bide dê Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonê bikin. Herwiha da zanîn ku, PKK û YPGê nikarin pirsgirêkan derxînin ji ber ku kes rê nade wan, lewma niha tenê mijûlî propaganda û derewan e.Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Amadekarî bo destpêkirina piroseya rizgarkirina Şingalê berdewam in û her çaxê serkirdatî ferman bide dê Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonê bikin û di demeke kêm de Şingalê rizgar bikin, ji ber ku DAIŞê nema wek berê ye û pir lawaz bûye, ku nikarin li pêşiya Hêzên Pêşmerge xwe bigirin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi berdewamî cih û navendên DAIŞê bombebaran dikin û gelek ziyanan digihînin wan.”Derbo wiha domand: “PKK û YPG niha hatine dibêjin emê Şingalê rizgar bikin, çima di nava 15 mehên borî nedihatin? Niha dema Pêşmerge xwe amade kir ew jî nû hatin. Lê bi xwe ew nikarin gavekê ji Şingalê rizgar bikin û tenê mijûlî propaganda bo xwe û derwan e, û hemû xelkê Şingal dizanin ku tenê Hêzên Pêşmerge dikarin Şingalê azad bikin. Hejmara PKK û YPG pir kêm e û nikarin bi wê hejmarê ti karî bikin, ew hejmara ku ew behsa wê dikin ne rast e û ya baştir ku dest ji derwan berdin.”

Back to top button