Polîtîk

Pêkoliya di tundiyê de çare nîne

Di derbarê şerê ku li Bakurê Kurdistanê de heyî PSK daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Piştî hilbijartinên 1ê Çiriya Paşîn, dihate hêvîkirin ku ragêşiya heyî dê kêm bibe.Lê piştî daxuyaniyên dawî yên Serokkomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê, êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk ser bi baregehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê û bi berdewamiya operasyonên leşkeri, îlankirina “rêveberiyên xweser” xuya ye ku ev ragêşî heta demeke din dê bimeşe.Li aliyekî îlankirina “rêveberiyên xweser” ku ji zirarê zêdetir bo gelê kurd tu encam nedane didomin û li aliyê din rayedarên Komara Tirkiyeyê radigihînin ku “heta yek terorîstek jî bimîne” dê ev operasyon û êrîşên esmanî bidomin. Ev daxuyaniyên beramberî hev û yên wek wan dibin sedemên kûrbûn û berdewamiya tundiyê.Lê bele ev daxuyanî û yên wek wan ku dişibin gotinên rayedarên dewletê yên salên 1990an; qada tundiyê ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê stendiya bin bandora xwe berfirehtir dike. Ev helwest, çareseriya pirsgirêka kurd dixe tengasiyê û rê li ber Tirkiyeyê digire ku derbasî demokrasiyeke gerdûnî bibe.Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK, bang li Serokkomar û hikûmeta Tirkiyeyê dike ku dev ji tundî û zimanê tundiyê ku ne riya çareseriyê ye berdin, êrîşên esmanî û operasyonên leşkerî yên li himberî Başûrê Kurdistanê rawestînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane gavên pêwist bavêjin. Dîsa PSK bang li PKK-KCKê dike ku ji agirbesta îlan kiriye paşde venegere û tundiyê ji nav rêbazên maf bidestxistinê derxe.05 Çiriya Paşîn 2015  Partiya Sosyalîst a KurdistanêSocialist Party of KurdistanKürdistan Sosyalist Partisi 

Back to top button